کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

ÎRAQ

Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Pêwîstiya vê qonaxê bi hevahengiyê heye

RÛDAW

RÛDAW

04-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW04-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê
ÎRAQ18-11-2026

Li Bexdayê 15 DAIŞiyên Fransiz hatin darizandin: Ji bo 6 kesan cezayê heta hetayê

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir
ÎRAQ15-11-2026

DAIŞê li Nînowayê êrişî xaleke leşkerî kir

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin
ÎRAQ09-11-2026

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî civiyan: Mûçe, budce û êrişa li Kormorê hatin gotûbêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî got, “Pêwîstiya vê qonaxê bi hevahengiya asta bilind û karkirina hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de heye."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê yê Erkdarkirî Elî Zeydî li Bexdayê civiyan.

Her du aliyan destnîşan kir ku divê di demeke herî zû de hikûmeteke neteweyî ya jêhatî were pêkanîn.

Îro Duşemê 4ê Gulana 2026an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Erkdarkirî yê Îraqê Elî Zeydî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber erkdarkirina wî ya ji bo serokatiya hikûmetê careke din pîrozbahî li Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Nêçîrvan Barzanî her wiha amadehî û piştevaniya temam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina gavên pêkanîna kabîneya nû û serkeftina hikûmetê nîşan da.

Wekî ku di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, Zeydî jî ji ber helwesta wî ya erênî û piştgiriyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

"Divê hikûmeteke neteweyî were pêkanîn"

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Her du aliyan destnîşan kir ku divê di demeke herî zû de hikûmeteke neteweyî ya jêhatî were pêkanîn.

Ev hikûmet divê bibe sîwana hemû pêkhateyan.

Her wiha divê bibe bersiva xwestek û daxwazên welatiyan."

"Divê pirsgirêk werin çareserkirin"

Her du aliyan derbarê heman mijarê tekezî li ser karkirina hevbeş a ji bo aramiya siyasî û ewlehiyê kir.

Wan nîşan da ku divê ji bo pirsgirêkên Îraqê bi giştî û yên Hewlêr û Bexdayê bi taybetî çareseriyên bingehîn werin dîtin.

Her du aliyan anî zimên ku divê ev çareserî bi awayekî bin ku mafên destûrî yên hemû aliyan werin parastin.

Di dawiyê de her du alî hemfikir bûn ku divê hemû alî bi hev re bixebitin.

Wan daxuyand, "Pêwîstiya vê qonaxê bi hevahengiya asta bilind û karkirina hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de heye."

Her du aliyan di dawiyê de amaje pê kir ku divê ew ji bo derbaskirina astengiyan û gihîştina paşerojeke geştir û aramtir bi hev re kar bikin.

#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê erkdarkirî yê Îraqê Elî Zeydî civiyan

💢 Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî jî di civînê de amade bû û bi germî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir pic.twitter.com/appOT9NaLd

— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 4, 2026

Pirsên