Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Vê qonaxê pêwîstî bi hevahengiyê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî got, “Vê qonaxê pêwîstî bi hevahengiya asta bilind û karkirina hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de heye."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê yê Erkdarkirî Elî Zeydî li Bexdayê civiyan.

Her du aliyan destnîşan kir ku divê di demeke herî zû de hikûmeteke neteweyî ya jêhatî were pêkanîn.

Îro Duşemê 4ê Gulana 2026an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de bi Serokwezîrê Erkdarkirî yê Îraqê Elî Zeydî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber erkdarkirina wî ya ji bo serokatiya hikûmetê careke din pîrozbahî li Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Nêçîrvan Barzanî her wiha amadehî û piştevaniya temam a Herêma Kurdistanê ya ji bo serxistina gavên pêkanîna kabîneya nû û serkeftina hikûmetê nîşan da.

Wekî ku di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, Zeydî jî ji ber helwesta wî ya erênî û piştgiriyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

"Divê hikûmeteke neteweyî were pêkanîn"

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Her du aliyan destnîşan kir ku divê di demeke herî zû de hikûmeteke neteweyî ya jêhatî were pêkanîn.

Ev hikûmet divê bibe sîwana hemû pêkhateyan.

Her wiha divê bibe bersiva xwestek û daxwazên welatiyan."

"Divê pirsgirêk werin çareserkirin"

Her du aliyan derbarê heman mijarê tekezî li ser karkirina hevbeş a ji bo aramiya siyasî û ewlehiyê kir.

Wan nîşan da ku divê ji bo pirsgirêkên Îraqê bi giştî û yên Hewlêr û Bexdayê bi taybetî çareseriyên bingehîn werin dîtin.

Her du aliyan anî zimên ku divê ev çareserî bi awayekî bin ku mafên destûrî yên hemû aliyan werin parastin.

Di dawiyê de her du alî hemfikir bûn ku divê hemû alî bi hev re bixebitin.

Wan daxuyand, "Vê qonaxê pêwîstî bi hevahengiya asta bilind û karkirina hevbeş a di navbera hemû hêz û aliyên siyasî de heye."

Her du aliyan di dawiyê de amaje pê kir ku divê ew ji bo derbaskirina astengiyan û gihîştina paşerojeke geştir û aramtir bi hev re kar bikin.