Sekreterê Çarçoveya Hevahengiyê: Me bi Nêçîrvan Barzanî re nexşerêya paşerojê diyar kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê ragihand ku civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bûye wesîleya diyarkirina nexşerêyeke paşerojê.

Her wiha wî da zanîn ku dê destpêka hefteya bê hikûmeta nû were pêkanîn.

"Civînên erênî û pratîk"

Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê Ebas Amirî li ser naveroka civîna îro ya Nêçîrvan Barzanî û serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê ji Rûdawê re axivî.

Ebas Amirî got, "Wekî her tim, ew keş û hewaya ku Birêz Serok Nêçîrvan tê de ye, dibe derfeta civînên erênî û tijî rêkarên pratîkî."

"Nexşerêya paşerojê"

Emîndarê Giştî yê Çarçoveya Hevahengiyê her wiha diyar kir: "Di hevdîtinê de geşbînî û têgihîştin serdest bû."

Wî anî zimên, "Nexşerêyeke paşerojê ji bo pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin.

Her wiha nexşerêyek ji bo pêwendiya di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de jî hat diyarkirin."

Pêkanîna hikûmeta nû

Ebas Amirî li ser dema pêkanîna kabîneya wezaretan û ragihandina hikûmeta nû jî da zanîn ku ew hêvî dikin ku destpêka hefteya bê hikûmet were pêkanîn.

Hevdîtinên li Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.

Her wiha bi Serokwezîrê Îraqê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Erkdarkirî yê Îraqê Elî Zeydî re jî civiya.

Tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî bi hêzên Sunî re jî hevdîtinan bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro berê sibehê ragihandibû ku Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê bi serkirde û berpirsên bilind ên Îraqê re zincîreyeke civînan pêk bîne.

Li gorî daxuyaniyê, di wan civînan de pêvajoya siyasî, pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqa Federal, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gelek mijarên din tên gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst