Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî Elî Zeydî got, “Hikûmet hefteya bê tê avakirin û pirsgirêka meaşan jî çareser dibe.
Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî Elî li ser pêkanîna nû ya Îraqê ji Rûdawê re axivî.
Elî Zeydî diyar kir ku ew û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîştine têgihîştineke baş.
Zeydî da zanîn ku ew dê hefteya bê kabîneya xwe ya nû pêşkêşî parlamentoyê bike.
Wî her wiha destnîşan kir ku hikûmeta wî dê dawî li pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê bîne.
"Têgihîştineke baş heye"
Elî Zeydî got, "Li ser pirsgirêkên hene yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de têgihîştineke baş hebû û ji bo çareserkirina wan asankarî hat kirin.
Ew mijarên ku mane û pêwendîdar in, bi îzna Xwedê dê di vê hikûmetê de werin çareserkirin."
Serokwezîrê Îraqê yê Ekdarkirî li ser rola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî got:
"Me mijara beşdariya wan (PDK) a di hikûmeta bê de gotûbêj kir û ew dê bi awayekî xurt beşdar bibin.
Em dê bi hev re di birêvebirina welêt de bi hemû pêkhate, netewe û mezheban re hevkar bin."
Dema ragihandina kabîneya nû
Elî Zeydî li ser dema ragihandina kabîneya nû jî agahî dan.
Zeydî destnîşan kir ku ew dê "destpêk an jî nîveka hefteya bê" kabîneya xwe pêşkêşî Parlamentoya Îraqê bike.
"Dê pirsgirêka meaşan were çareserkirin"
Wî li ser pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî peyameke zelal da.
Elî Zeydî diyar kir ku ew dê vê pirsgirêkê çareser bikin û got:
"Dê hemû pirsgirêkên têkildarî meaşê karmendên Herêma Kurdistanê werin çareserkirin.
Ev meaşê gel û meaşê welatiyan e, ne rast e ku bi paş bikeve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse