‘Niha metirsiya herî mezin jinên xwekuj in’

Mûsil (Rûdaw) – Hêzên ewlekariya Iraqê nîştecihên Mûsila Kevin ji malên wan derdixin û piştî pişkinîn û kontrolê wan dişînin cihên aram. Di dema kontrolan de zilam xwe rût dikin lê pişkinîna jinan dibe pirsgirêk. Eger li ser pişta jinan kemerên bombekirî hebe, nayê dîtin.

 

Hêzên ewlekariya Iraqê tenê çend metreyekî ji dûr ve çavdêriya wan kesên ku ji malên xwe derdikevin, dikin. Rê didin wan ku bi silametî derbasî deverên aram bibin. Lê di vê navberê de pişkinîna jinan zehmet dibe.

 

Li gorî gotina berpirsên hêzên ewlekariya Iraqê, niha metirsiya herî mezin jinên xwekuj ên DAIŞê ne, ku niha rêxistin ji bo gihiştina armancên xwe, wan bikartîne.

 

Fermandarê hêzên Operasyona Taybet a Iraqê Selam Ubeydî dibêje: “Piraniya kesên xwe êrîşên xwekujî dikin, jin in. Di vê heyamê de 7 jinan xwe di hêzên me de teqandin. Hinek ji wan jî xwe di nava malbatên sivîlan de diteqînin. Ev hewla tirsonekî ya terorîstan e.”

 

Ubeydî diyar dike: “Hinek xwekuj dema eşkere dibin, direvin nav male. Lema em dûyê davêjin nav malan û herwiha agir didin bin xaniyên wan da ku derbikevin.”

 

Berpirsên Artêşa Iraqê didin xuyakirin, li gel jinên xwekuj, hinek çekdarên zilam jî cilên jinan li xwe dikin û xwe diteqînin.  

 

Hefteya derbasbûyî Artêşa Iraqê Mizgefta Nûrî ya li Mûısila Kevin kontrol kir, ku serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di vê mizgeftê de xelîfetiya xwe ragihandibû.

 

Niha tenê qadeke teng maye, ku DAIŞ ji tevahiya Mûsilê were derxistin. Çeka wan a herî dawî jî êrîşên xwekujî ne.