Sedir: Daxwaz ji birayê xwe Barzanî dikim referandûmê paşve bixe
Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Mûqteda Sedir ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest, pêjajoya referandûma Başûrê Kurdistanê paşve bixe.
Mûqteda Sedir îro Sêşemê (04-07-2017) bi daxuyaniyekê bersiv da pirsekî alîgirê xwe ya derbarê daxwaza cihêbûna Herêma Kurdistanê ya ji Iraqê û dûrxistina kurdan ji Bexdayê.
Sedir got: “Ew kesên bi vî awayî bi xirabî diaxivin kesên tayfeperest in û kesên rêgezperest guhdariya wan dikin. Bi baweriya wan, bi dûrketina ji şerîeta esmanî û ji aqil, dikarin bi binemayên nîştîmanî zêdetir deng bistînin. Lê ew mîna ajelan in û heta ji ajelan xiraptir in.”
Mûqteda Sedir di daxuyaniya xwe de diyar kir, ku Iraq ya hemû iraqiyan e û ti cudahî di navbera iraqiyên welatparêz de nîne û ji bo ajandeyeke derve kar nakin.
Sedir got: “Daxwaz ji birayê xwe yê birêz Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim, ku pêvajoya referandûmê paşve bixe. Ev yek jî bibe weke pêngaveke yekem. Çimkî em niha li ber rizgarkirina bajarê Mûsilê ne.”