Sedr peyam da alîgirên xwe: Kî ji desthilatê hez dike bila boykot neke

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Niştimanî ya Şîeyan Muqteda Sedr careke din red dike ku beşdarî hilbijartinan bibe û serkeftina "heqîyê" bi mercê hilweşandina komên çekdar û radestkirina çekan ve girê dide.

Her wiha di destnivîseke xwe de bi rengê sor nivîsandiye û gotiye,"Boykotkar Muqteda Sedr.”

Ev helwesta Muqteda Sedr di destnivîseke wî de ye ku di 3ê Tîrmehê de nivîsandibû û nivîsgeha wî îro  belav kir.

Muqteda Sedr di peyama xwe de got: "Ji bo ku heqî pêk bê û neheqî bi dawî bibe, divê çekên bêkontrol ji dewletê re bên radestkirin, milîs bên hilweşandin û artêş û polîs bên bihêzkirin." 

Serokê Tevgera Niştimanî amaje bi sedemên din ên serketina heqiyê jî kir û got: "Divê Îraq serbixwe be, nebe pêvek, karên cidî ji bo çaksaziyê bên kirin û gendelkar bên cezakirin."

Ev nivîsîna Sedr ji bo bersivdayîna alîgirên de bûye û tê de nivîsandiye: "Kî bixwaze bila boykot bike û yên din jî heke bixwazin bila li pey heza desthilatê bikevin."

Ji sala 2022yan ve Tevgera Muqteda Sedr ji Parlamentoya Îraqê vekişiyaye, pêvajoya siyasî boykot kiriye û beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan ên sala 2023yan nebû.

Sedr di dawiya nivîsîna xwe de wekî amajeyek ji bo baykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Îraqê navê xwe wekî "Baykotkar Sedr" nivîsandiye.

Biryar e, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê di 11ê Çiriya Pêşîn a îsal bên kirin.

Deriyê xwenamzedkirinê jî ji 26ê Hezîranê ve hatiye girtin ku ew derfeta dawî bû ji bo beşdarbûna her hêzekê di wan hilbijartinan de.