Kazimî: Em dê giringî bidin dosyeya Êzdiyên revandî
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê ragihand, dosyeya Êzdiyan yek ji karên serekî yên hikûmeta wî ye û diyar kir, ew dê “giringiyeke temam” bidin dosyeya wan Kurdên Êzdî ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.
Mistefa Kazimî di heftemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujkirina Kurdên Êzdî de, roja Sêşemê 3ê Tebaxa 2021 peyamek belav kiriye û têde amaje bi wê yekê kiriye, gelê Iraqê bi yek deng û wîjdan wan tawanên qirêj şermezar dike û li dijî radiweste, ku cewhera terora dijî mirovahiyê nîşan didin.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di dauxyaniyekê de ragihand, Serokwezîr Mistefa Kazimî di peyama xwe de dibêje, “hikûmetê sistî nekiriye û nake û di piştevaniya bo jinên rizgarbûyî yên Êzdî, dadperwerî û bernameya hikûmetê bo dubare rabûna wan de berdewam e.”
Kazimî herwiha diyar kiriye, hewldanên hikûmeta Iraqê berdewam in jibo koçber vegerin ser warê xwe û dê hemû corên alîkariyan pêşkêşî wan bike, ji bo dabînkirina ewlehiyê û avedankirina navçeyên wan, di serî de jî Şingal.
Serokwezîrê Iraqê daye xuyakirin, ji bo rizgarkirin û azadkirina revandiyên di destê DAIŞê de karên mezin hatine kirin û tekezî li ser berdewambûna hewldanên ji bo rizgarkirina Êzdiyên din ên revandî kiriye.
Roja Sêşemê 3ê Tebaxê heftemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujkirina Kurdên Êzdî bû.
Di 3ê Tebaxa 2014 de, DAIŞê êrişî qezaya Şingalê ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve û bajarok û gundên derdora wê kir û komkujiyek mezin di derheqê Kurdên Êzdî de pêk anî û bi hezaran keç, jin û zarok êxsîr girtin û revandin.