Babekir Zêbarî: Ez amade me biçim ber dadgehê

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku medyaya Iraqê belav kiribû, ku Bexda navên çend rayedaran dane Herêma Kurdistanê û daxwaz kiriye ku wan radestî Hikûmeta Iraqê bike û di nav wan de jî Sererkanê Berê yê Iraqê Babekir Zêbarî jî heye, Zêbarî got: “Heta niha daxwazeke bi vî rengî nehatiye, lê her dema ku dadger gazî min bike, ez amade me biçim ber dadger.”

 

Sererkanê Berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ji Rûdawê re diyar kir: “Her dema ku dadger gazî min bike, ez amade me biçim ber dadger. Dadger û parêzer bi xwe jî dizanin, tohmetên ku li min têne kirin, ji rastiyê dûr in û ti bingeheke wan tine.”

 

Babekir Zêbarî herwiha got: “Ez 19 sal li Bexdayê bûm û tevlî yek girêbesteke kirîna çek nebûm. Çimku dizanîbûm gendelî têde heye. Beriya xanenişîniya xwe, min formê stûpakiya xwe çêkir û derket holê ku tiştekî li ser min tine û piştre xanenişînî dan min.”

 

Rayedarên Bexdayê di çend daxuyaniyên cuda de diyar kirin, lîsteyeke ku navên 16 kesan hene dane rayedarên Herêma Kurdistanê ku pêwîst e radestî Bexdayê bikin û gotibûn, eger na dê bi zorê, wan desteser bikin.

 

Roja 12ê Mijdara 2015an Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Heyder Ebadî bi biryarekê 26 fermandarên leşkerî ji erkê wan dûr xist û 10 fermandarên din jî xanenişîn kir, yek ji wan xanenişînan jî Babekir Zêbarî bû.

 

Babekir Bedirxan Şewket Zêbarî ji sala 2003an ve, piştî rûxandina hikûmeta Sedam Husên, li ser pişkê Kurd û ji nav Kurdan jî li ser pişkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sererkanê Iraqê bû.