Li Iraqê rêjeya cudabûna hevjînan zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên dadgehên Iraqê, rêjeya cudabûna hevjînan roj bi roj zêdetir dibe. Bi baweriya çalakvanan jî, pirsgirêkên derûnî, civakî, emnî û herwiha torên civakî sedemên serekî yên vê zêdebûnê ne.

Li gor amaran, di meha tebaxa 2021ê de zêdeyî 23 hezar girêbestên hevjîniyê hatine tomarkirin, li beramber 6 hezar û 217 hevjîn cuda bûne, di demekê de ku Tebaxa sala borî 4 hezar û 946 dosyeyên cûdabûnê hatine tomarkirin.

Hena Îdwar, Seroka Komeleya Hîwa ya Iraqî dibêje, “Me têbîniya wê yekê kiriye ku cûdabûna li derveyî dadgehê jî zêde ye, ewên pirsgirêka wan negihiştiye dadgehê, ev jî xeynî ku zewaca din heye, wek zewaca demkî û corê din. Me ligel Encûmena Bilind a Dadwerî behsa vê yekê kiriye. Aliyê derûnî, aborî, civakî û emnî beşekî sedaman in, gelekî behsa sedema aborî tê kirin, bêkarî û hejarî zêde ye, herwiha bandora torên civakî jî di aramiya malbatê d eheye û sedem in bo cudabûneke zêde.”

Li gor daxuyaniya Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê, di meha Îlona borî de 12 hezar û 263 girêbestên zewacê hatine tomarkirin, herwiha 3 hezar û 657 girêbestên din jî yên hevjîniyê li derveyê dadgehan hatine kirin. Hevdem 3 hezar û 727 cudabûn li derveyî dadgehan çêbûne û hezar û 498 cudabûnên din jî bi rêya dadgehan bûye.

Dr. Werd Nacî, Seroka Nevenda Rewşenbîrî ya Cinîn amaje bi sedemên zêdebûna cudabûna hevjînan li Iraqê dike û dibêje, “Dibe sedemên cuda yên cûdabûnê hebin, dibe ji ber jin an mêr be, yan sedemên civakî bin ku civaka Iraqî tê de dijî, lê dibe hinek sedemên sade jî bibin sedema cudabûnê bi taybetî ji ber nebûna hişyariya jin, mêr û civakê di wê proseyê de.”

Di meha Îlona îsal de herî zêde li Iraqê cudabûn çêbûye, ku hezar û 367 cudabûn li derveyî dadgehê û 680 cudabûn jî bi biryara dadgehê bûne. Cudabûna herî kêm jî li Musenna bûye ku 77 ji wan li derveyî dadgehî û 6 jî bi biryara dadgehê bûne.