Sûdanî li ser ‘şaşî’ya lîsteya terorê lêpirsîn da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar da ku derbarê wê "şaşiya" ku di Rojnameya Fermî ya Îraqê Waqayiyên Îraqê  (Weqayî el-Îraqiye) de li ser lîsteya terorê hatiye belavkirin lêpirsîn were kirin.

Sûdanî ragihand ku rizamendiya Îraqê tenê ji bo destdanîna mal û milkên "DAIŞ û El Qaîdeyê" bûye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî ferman daye ku lêpirsîneke lezgîn were destpêkirin da ku berpirsyarî were diyarkirin û kesên ku di wê "şaşiya" di biryara hejmar 61ê ya sala 2025an a Komîteya Cemidandina Samanên Terorîstan a Îraqê de kêmxemî kirine bên cezakirin.

Biryar di hejmara 4848an a Rojnameya Fermî ya Îraqê ya 17ê Çiriya Paşîn a 2025an de hatibû belavkirin.

Li gorî ofîsa Sûdanî, tiştê ku di rojnameyê de hatiye belavkirin, çend deq in ku "helwesteke ne rast" nîşan didin.

Rizamendiya aliyê Îraqî ya ji bo cemidandina mal û milkan li ser bingeha daxwaza aliyê Malezyayê, tenê ji bo lîstekirina wan sazî û kesên ku pêwendiya wan bi her du rêxistinên terorîst ên DAIŞ û El Qaîdeyê re heye bûye.

Hikûmeta Îraqê di beşeke din a daxuyaniyê de got, "Helwestên me yên siyasî û mirovî yên li hemberî destdirêjiyên li ser gelên Libnan û Filistînê, helwestên prensîbî û neguhêr in û nayên muzayedekirin.

Ev jî rengvedana daxwaza gelê Îraqê bi hemû pêkhateyên wê ve ye."

Mihemed Şiya Sûdanî bersiveke tund da wan dengên ku rexne li hikûmetê girtibûn û got,"Ti kes ji nêçîrvan û îflaskiriyan nikare muzayedeyê li ser helwestên hikûmeta Îraqê bike."

Sûdanî amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmetê her tim piştgirî daye mafê dîrokî yê xwediyên axê û li dijî dagirkerî, komkujî û koçberkirina bi zorê rawestiyaye.

Nameya "veşartî û lezgîn"

Serokê Komîteya Cemidandina Samanên Terorîstan a Îraqê ya Banka Navendî Hemed Xelef bi nivîseke "veşartî û gelekî lezgîn" ji Sekreteriya Encumena Wezîran kiriye ku navê Hizbulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê ji wê lîsteya ku îro hatibû belavkirin derxin, ji ber ku bi "şaşî" hatine danîn.

Hejmara 4848an a Rojnameya Fermî ya Îraqê îro  ji aliyê Wezareta Dadê ya Îraqê ve hat belavkirin.

Di rojnameyê de bi piştgiriya biryarên Komîteya Cemidandina Samanên Terorîstan a Îraqê ya Ofîsa Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran, Tevgera Ensarulah a Hûsiyan li Yemenê û Hizbulaha Libnanê di lîsteya terorê de hatibûn danîn.

Ev biryara komîteyê bû sedema bertekên tund ên komên çekdar û wan êrişî hikûmeta Îraqê kir û daxwaza ronîkirinê kir.

Daxwaza sererastkirinê

Hemed Xelef, yekser nivîseke "veşartî û gelekî lezgîn" ji bo Sekreteriya Giştî ya Encumena Wezîran/Beşa Cemidandina Samanên Terorîstan şand.

Xelef xwest ku her du bendên (18 û 19) ku di lîsteyê de cih girtine bên rakirin, ji ber ku lijneyê rizamendî li ser cemidandina samanên wan saziyan nedaye û "diyar e bi şaşî di nav pêşnûmeyan de hatiye belavkirin."

Di bendên 18 û 19an de navê Hizbulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê di lîsteyê de hatibû nivîsandin.

Serokê Komîteyê di berdewamiyê jî de got, "Em dixwazin ji ber girîngiya mijarê, daxuyaniyeke ronîkirinê ya gelekî lezgîn ji bo dezgehên ragihandinê bê belavkirin, heta ku biryar tê sererastkirin û di Rojnameya Fermî ua Îraqê de tê weşandin."

Komîteyê bi awayekî cuda ronîkirinek belav kir û got:

"Di wê lîsteyê de amaje bi hejmarek partî û saziyan hatibû kirin ku ti pêwendiya wan bi çalakiyên terorîstî yên wan du rêxistinan re nîne.

Rizamendiya aliyê Îraqî tenê li ser xistina lîsteyê ya wan sazî û kesên ku pêwendiya wan bi DAIŞ û El Qaîdeyê re heye bûye."

Li gorî komîteyê, ew biryar li ser daxwaza dewleta Malezyayê û bi pişta xwe girêdana bi biryara Encumena Ewlehiyê ya Navneteweyî ya hejmar 1373yan a sala 2001ê hatiye dayîn.

Her wiha tê gotin, "Xistina lîsteyê ya navên saziyên din ji ber belavkirina lîsteyê beriya kontrolkirinê bûye, lewra tiştê ku di Rojnameya Fermî ya Îraqê de hatiye belavkirin dê were rastkirin û ew sazî û partî (Hizbulah û Hûsî) dê ji lîsteya saziyên pêwendîdar ên bi rêxistinên terorîstî yên DAIŞ û El Qaîdeyê bên derxistin."