Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke hevbeş a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Ji Bo Demokrasî û Dadmendiyê, li gel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî civiyan û di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Şandeke hevbeş a Tevgera Goran, Komela Îslamî û Hevpeymaniya Ji Bo Demokrasî û Dadmendiyê, di çarçoveya gera xwe ya li Bexdayê de, îro 05-01-2018, li gel Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya endamên şandê, di civînê de mijarên weke, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pirsa meaşên feermanberan û girtina firokexaneyên Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Endamê şandê ya Komela Îslamî ya Kurdistanê, Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Civîna me ya li gel Malîkî baş derbas bû. Malîkî got, divê danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bikin û nabe peywendiyên herdu aliyan qut bibin.”
Hacî Reşîd da zanîn, ku Malîkî gotiye, ku di demeke nêzîk de dê firokexaneyên Kurdistanê vebin.
Beriya niha jî Ehmed Hacî Reşîd derbarê serdana vê şandê de ji Rûdawê re gotibû, ku ew dixwazin hinek hinek pêşniyarên xwe bigihînin aliyên iraqî û herwiha ewê behsa mafên Herêma Kurdistanê yên di çarçoveya Destûra Iraqê de hatine diyarkirin, bînin rojevê.
Ehmed Hacî Reşîd amaje bi wê yekê kir, ku ew şandeke hizbî ne û bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan nakin lê dixwazin mafên hemwelatiyên Kurd li gel berpirsên Iraqê gotûbêj bikin.
Di şanda hevbeş a hersê partiyan de, bi navê Tevgera Goran Şoriş Hacî û Reûf Osman, bi navê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê, Xanim Heme Rehîm û Hesen Cîhad û bi navê Komela Îslamî jî Mihemed Hekîm û Ehmed Hacî Reşîd beşdar in.
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse