Srî Lanka bo Hewlêrê: Me model bigrin

05-02-2016
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Balyozê Srî Lankayê yê li Bexdayê Ehmed El Cimeylî got, bila Herêma Kurdistanê derbarê çandiniyê de wan model bigrin.

Balyozê Srî Lankayê yê li Bexdayê Ehmed El Cimeylî ji Rûdawê re diyar kir ji ber ku Amerîka û welatên Ewropa gelekî ji wan dûr in, têkildarî wan nabin.

Ehmed El Cimeylî rejîma Sedam Hisên rexne kir û wiha got: “Rejîma Iraqê (rejîma Sedam) zext li welat kir. Ser navê Amerîka, Ewropa û Îsraîlê sîxurî dikir. Teybetî ji bo vê yekê li konsulxaneyê yekîneyek cuda destnîşan kiribûn.“

El Cimeylî ser mijara vekirina konsulxanya Srî Lanka li Hewlêrê wiha got: “Srî Lanka ji aliyê çandiniyê ve gelekî pêş ketiye. Vekirina konsulxaneya me li Hewlêrê gelekî girîng e, çimkî li Kurdistanê zeviyên ji bo çandiniyê zêde ne. Di demekê kurt de em dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin.”

Sri Lanka ji sedî 23 pêwistiya çaya cîhanê hilberine û piraniya xelkê wê bi kare çandiniyê ve mijûl e.

Balyozê Srî Lankayê yê li Bexdayê herwiha pêşniyar kir ku bila Bexda û Hewlêr sûdê ji modela wan a çandiniyê werbigrin.diyar kir karsazên Hewlêrê û Srî Lankayê hewl didin pêwindiyên xurt bikin û 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst