Nakokiyên aliyên Iraqî li ser pêkanîna hikûmetê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo birêveçûna civîna taybet bi helbijartina Serokomar hejmareke hêz roleke giring dibînin.

Nakokiyên di navbera firaksyona Sedir û Çarçoveya Hevahengî derbarê pêkanîna hikûmeta Iraqê de berdewam in.

Heta niha ti encamên konkrîtî yên navbeynkariya herdû aliyên mezin ên Şîe nîn in, tê çaverêkirin parlemanterên serbixwe û firaksyonên din vê pirsgirêkê yek alî bikin.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Nesir Eqîl El-Ridênî:

  • “Danûstandin hîn berdewam in, piştî despêşxeriya birêz Mesûd Barzanî ji bo nêzîkkirina nerînên di navbera Çarçove û Tevgera Sedir de, du roj in civîn di nava Çarçoveya Hevahengî berdewam in bo rêkeftina li ser nerîneke hevbeş û yekgirtî li gel Tevgera Sedir, lê nerîna Çarçoveyê ew e, yan dê bi awayekî rast beşdar bibe yan dê bibe opozisyon.”

Fraksyona Sedir û hêzên nêzîk ji wê ku ji Partiya Dêmoqratî Kurdistan û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunneyan pêk tê xwediya bêhtir ji 170 kursiyên parlemanê ye.

Çarçoveya Hevahengî

Li hember wê Çarçoveya Hevahengî ku ji Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî û Hevpeymaniya Fetih a baskê siyasî yê grûpên Heşda Şebî û çend aliyên din ên Şîe pêk tê, xwediya 88 kursiyên perlamanê ye, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî ku xwediya 18 kursiyan e bêhtir nêzikî Çarçoveya Hevahengiyê ye.

Lewra nêzîkî 50 kursiyên Parlemana Iraqê dimînin ku ew jî yê hêzên wek Nifşê Nû , Tişrîniyan, Yekgirtûya Îslamî û çend aliyên Şîe û Sunne û Serbixweyan in, ku dibe dengê wan helbijartinên serokomar ku roja Duşemê tên kirin, yek alî bike û encam ên wê jî hebin, an rêjeya yasayî ya parlemanteran beşdar dibin.

Şîrovekarê Siyasî Remezan Bedran:

  • “Hevpeymaniya ku niha heye, nîşan dide ku ev hevpeymaniya rêkeftin kiriye li ser serokatiya parlemanê û cîgirên wî, wê heman hevpeymanî be ku piraniya dengan bide berbijêrê serokomarî, lewra serokomarî dê di sepeta vê hevpeymaniya niştimanî de be ku encamên wê vê dawiyê xuya kirin di civîna di navbera Kurd û Sunne û Seyd Muqteda Sedir de li bargeha wî li Henane.”

Dadgeha Federalî ya Iraqê 3ê vê mehê biryar da ji bo birêveçûna rûniştina perlemanê ya taybet bi helbijartina serokomarê Iraqê di 7ê vê mehê de dive bi kêmanî 220 parlemanter amade bin û her berbijêrek zêdetirîn dengê wan 220 parlemanteran bidest bixe dê bibe serokomarê Iraqê.