Berhem Salih: Xelkê herêmê gelek êş dîtine
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Iraqê Berhem Salih ragihand ku xelkê Iraqê gelek êş dîtine, ji wan jî kimyabarana Helebce, revên bikom û karesata Şingalê. Berhem Salih got jî, divê bêyî cudahî hemû ol û bawerî bihev re rûbirûyê tundrewiya olî bibin, da ku bi temamî bê jinavbirin.
Piştî nîvroya Îro Papa Francis gehîşt paytexta Iraqê bajarê Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazî kirin, piştre li gel Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.
Piştî civînan, her yek ji Papa Fransîs û Dr. Berhem Salih gotarek pêşkêş kirin.
Berhem Salih di gotara xwe de got: “Bi mixabinî ve îro cîhana me di serdemeke aloz de dijî ku li beşek zêde jî û bi taybetî li Rojhilat hemerengî û qebûlkirina nerîna cuda nayê qebûl kirin. Ev yek jî ji aliyê reror û peyama nehezkirinê ve tê piştevanîkirin û encamdana tawanên qirêj ku dûre ji canê peyama asmanî, û ev yek li ser siberoja me hemûyan gef e. Ji ber wê yekê jî divê em karê xwe berdewam bikin ji bo jinavbirina hizra tundrew û serkeftin li ser terorê û bilindkirina binemayên bi hev re jiyanê ku li welatê me hene.”
Salih amaje bi wê yekê kir ku herêm gelk caran di çendîn şeran de derbas bûye û got: “Siyasetên binpêkirinê ku li ser astê dîrokê wehan nebûn, têde bi hezaran welatiyên Iraqî ji hemû pêkhatiyena hatin kuştin û bikaranîna dîktatoriyetê ji çekên Kîmyawî li Helebce li gel helmetên enfalan li Kurdistnê û gorên bi kom li Başûr û naverasta Iraqê û wêrankirina bajarên Iraqê.”
Serokomarê Iraqê diyar kir ku di 20 salên borî şerek mezin li dijî terorê li Iraqê bûye wiha pê de çû: “Têde bajar hatin wêrankirin. Têde teada li jinan hat kirin, kenîse hatin wêrankirin, mezintirîn tawan û binpêkirin li dijî jinên Êzidî û Tirkumen hatin kirin û komkujî li Şingal û Spiker hatin kirin, Misilman, Êzdî, Sabîe û Kakeyî û pêkhateyên din yên Iraqê hatin armanckirin.”
Di beşeke din a gotara xwe de Salih got: “Hemû xelkê Iraqê qurbaniyên wê karesatê bû, lê divê em amaje bi rewşa xirab ya Kristiyanan bikin ên ku bi neçarî cih û warên xwe hiştin, û ev yek beşek bû ji rewşa kiristiyanan li Rojhilata Navîn. Salên zehmet li ser Îraqê re derbas bûn, hîn jî tehedayên mezin li pêşiya me ne.”