Vegerandina Îraqiyan a ji Kampa Holê rawestiyaye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku vegerandina Îraqiyan a ji Kampa Holê heta 4-5 mehan hatiye rawestandin.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku niha nêzîkî 3 hezar û 500 Îraqî ku ji Kampa Holê hatine vegerandin, di pêvajoya rehabîlîtasyonê de ne.

Kesên ji Kampa Holê hatine vegerandin, li Kampa Cedeyê tên bicihkirin ku li başûrê bajarê Mûsilê ye.

Navê Navenda Hêviyê li kampê hatiye kirin û piştî rehabîlîtasyonê dê tevlî malbat û civakên xwe werin kirin.

Li gorî Elî Cehangîr, pêvajoya rehabîlîtasyonê pêdivî bi 4-5 mehan heye, heta ku ew dem temam nebe ew nikarin pêşwazî li karwanekî din bikin.

Karwanê dawî yê Îraqiyan ê ji Kampa Holê 23yê meha borî hat vegerandin ku ji 165 malbatan pêk dihat û 605 kes bûn.

Ev 24emîn karwanê Îraqiyan bû ku ji Kampa Holê hatin vegerandin.

Elî Cihangîr destnîşan kir ku ji bo kesên nexweş an jî rewşeke taybet hinek hilbijartin tên kirin lê ev hejmar kêm e.

Ji sala 2021ê ve nêzîkî 13 hezar kes vegeriyane, nêzîkî 15 hezar kesî jî li Kampa Holê mane.

Kampa Holê, bi kampa malbatên çekdarên DAIŞê tê naskirin ku dikeve başûrrojhilatê bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.