Îraq: Embara me tije ye û metirsî li ser xwirekê nîne
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê derbarê hebûna kel û pelên xwirekê garantiyê dide xelkê Îraqê.
Wezaretê ragihand ku ew bi hûrbînî çavdêriya tevgera keştiyan a li benderan û aloziyên herêmê dikin da ku bandoreke neyînî li ser bazara navxwe çênebe.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Mihemed Henûn îro ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Henûn got, "Wezareta me bi girîngiyeke zêde çavdêriya tevgera keştiyan a li benderên Um Qesir û Fawê dike.
Ji bo misogerkirina gihiştina kel û pelên sereke ya bazarên welat, hevahengiyeke me ya temam bi aliyên pêwendîdar re heye."
Aloziya li Tengava Hurmizê
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê diyar kir ku ew çavdêriya rêyên avî yên navneteweyî dikin, bi taybetî Tengava Hurmizê ku di zincîra dabînkirina kel û pelan de roleke sereke dibîne.
Mihemed Henûn got, "Rewşa aloz a herêmê û metirsiyên li ser Tengava Hurmizê bûne sedema hêdîbûna tevgera keştiyan û bilindbûna lêçûnên sîgorteya deryayî.
Vê yekê li ser asta cîhanê jî reng vedaye."
Stoka stratejîk a xwirekê
Mihemed Henûn derbarê xwirekê jî got, "Rêjeyeke zêde û pêwîst ji madeyên bingehîn ên wekî genim, şekir, birinc, rûn û madeyên din di embarên me de hene.
Ji bo berdewamiya pêvajoya kirîn û anîna kel û pelan û nûkirina daneyên embaran tedbîrên pêwîst hatine wergirtin.
Bi vî awayî em dixwazin rûbirûyî her guherîna ji nişka ve bibin û rê li ber bihabûna kel û pelan bigirin."
"Şaneya Krîzan"
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê tekez kir ku ew bi rêya "Şaneya Krîzan" bi hûrbînî li dûv rûdanên nû ne.
Bi gotina wî ww li gel sektora taybet û aliyên fermî kar dikin ji bo kêmkirina bandora aloziyên herêmê li ser ewlehiya xwirekê.
Henûn dubare kir ku peydakirina ewlehiya aborî û dabînkirina ewlehiya xwirekê karên pêşîn ên hikûmetê ne û her rûdaneke nû dê di dema xwe de ji raya giştî re were ragihandin.