Berxwedana Îslamî ya Îraqê: Me 29 caran êrişî baregehên Amerîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên Îraqê ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" didin naskirin ragihand ku wan di nava 24 demjimêrên dawî de li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraq û herêmê 29 operasyonên leşkerî pêk anîne.

Koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê (Muqawemeya Îslamî) îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan di wan êrişan de dehan dron û mûşekên curbicur bi kar anîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan baregehên Amerîkayê yên li nav axa Îraqê û çend welatên din ên herêmê kirine armanc.

"Bersivdana destdirêjiyan"

Li gorî daxuyaniyê, ev êriş di çarçoveya "bersivdana destdirêjiyan" û berdewamiya operasyonên wan ên li dijî hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê de ne.

Ev yek di demekê de ye ku heman komê 3yê Adarê jî berpirsyariya 27 êrişên din ên asmanî yên li ser baregehên Amerîkayê li xwe girtibû.

Şerê Amerîka û Îranê

Komên çekdar ên Îraqê dibêjin ku êrişên wan bersivek in ji bo wî şerê ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê li dijî Îranê dest pê kiriye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berê ragihandibû ku wan di êrişên xwe yên li ser Îranê de 49 serkirdeyên bilind ên wî welatî kuştine.

Trump diyar kiribû ku di nav wan de Rêberê Bilind ê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî hebû.