Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Encimena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan ragihand, “Êrişên li Îraq û Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin.”
Serkirdeyên Îraqê ragihand ku ew red dikin axa Îraqê ji bo êrişkirina ser welatên cîran were bikaranîn.
Civîna lûtkeya serokatiyan îro li Koşka Bexdayê hat lidarxistin.
Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rewşa ewlehî û siyasî ya herêmê û bandorên wê yên li ser Îraqê bi hûrgilî hatin gotûbêjkirin.
Serkirdeyan ji bo parastina ewlehî û serweriya welêt û parastina nûnerên dîplomatîk piştgirî da rêkarên hikûmetê.
"Em êrişan red dikin"
Di daxuyaniya civînê de hat gotin:
"Îraq red dike ku axa wê ji bo destdirêjiya li ser welatên cîran were bikaranîn.
Di heman demê de em hemû cureyên êrişên li bajarên Îraq û Herêma Kurdistanê red dikin û wekî binpêkirina serweriya niştimanî dibînin."
Serkirdeyan bangî civaka navneteweyî kir ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê da ku rê li ber berfirehbûna xeleka nakokiyan bigirin.
Wan her wiha tekez kir ku diyalog û rêyên dîplomatîk ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer tenê vebijêrk in.
Di asta navxweyî de, tekezî li ser temamkirina mafên destûrî û bihêzkirina yekrêziya niştimanî ya ji bo rûbirûbûna astengiyan hat kirin.
Her wiha hat xwestin ku hikûmet di proseya reform û başkirina debar û xizmetguzariyên ji bo welatiyan de berdewam be.
Hişyariya li ser gotegotan
Di dawiya civînê de, serkirdeyan li ser belavkirina gotegotan a li ser medyaya civakî hişyarî da.
Hat ragihandin ku dê li hemberî her kesê ku gefê li aştiya civakî û ewlehiya navxweyî ya welêt bixwe rêkarên yasayî û dadwerî werin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse