Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Ji Îraqê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê bangî welatiyên xwe yên li Îraqê kir ku di demeke herî kin de ji welêt derkevin.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hişyariyeke ewlehiyê belav kir.
Di hişyariyê de ji welatiyên Amerîkayî hat xwestin ku "demildest" Îraqê biterikînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Amerîkayê hemû vebijêrkan dinirxîne da ku alîkariya derxistina Amerîkiyan a ji Rojhilata Navîn bike.
Seferên asmanî rawestiyan
Hat ragihandin ku niha seferên asmanî yên bazirganî nayên kirin.
Balyozxaneyê diyar kir ku derketina bi rêya bejahî ya ber bi Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve mimkin e.
Her wiha hat destnîşankirin ku piraniya deriyên sînorî vekirî ne lê dibe ku bêyî agahdarkirinê werin girtin.
Li gorî daxuyaniyê, eger welatî rêya bejahî ewle dibînin divê bi awayekî cidî li ser derketina ji welêt bifikirin.
"Xwarin û avê kom bikin"
Di hişyariyê de ji bo kesên ku tercîh dikin li Îraqê bimînin jî peyam hat dayîn.
Hat xwestin ku ew kes ji bo demeke dirêj li cihên ewle bimînin û pêdiviyên sereke yên wekî xwarin, av û dermanan kom bikin.
Metirsiya dron û mûşekan
Di daxuyaniyê de tekezî li ser metirsiya êrişên mûşekî, hawan û dronan a li asmanê Îraqê hat kirin.
Balyozxaneyê bal kişand ser wê yekê ku Îran û komên mîlîs ên girêdayî wê ji bo welatiyên Amerîkayê û berjewendiyên wê gefeke cidî ne.
Her wiha hat diyarkirin ku rayedarên Îraqê Herêma Kesk a li Bexdayê bi piranî girtiye.
Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên heyî bang li welatiyan hat kirin ku neçin Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê yan jî Konsulxaneya Giştî ya li Hewlêrê.