Tikrît radestî hêzên ewlekariyê hat kirin

 

Navenda Nûçeyan - Berdevkê çekdarên Heşda Şeibî li Iraqê Ehmed Esedî ragihand ku bajarê Tikrîtê radestî hêzên polîs û hêzên ewlekariya selahedînê hatiye kirin û çekdarên wan ber bi navçeyên derdora bajêr ve vekişiyane.

 

Ehmed Esedî di kongreyeke rojnamevaniyê de li avahiya parlamentoya Iraqê red kir ku çekdarên wan mal û milkên xelkê li Tikrîtê talan û wêran kiribin.

 

Esedî îdea kir ku bajarê Tikrîtê ji duhî ve radestî hêzên ewlekariyê û polîsê parêzgehê hatiye kirin, herwiha ji wezîrê navxwe û fermandarê operasyonên selahedînê jî xwest ku bi awayekî rasterast serpereştiya kontrolkirina navçe û deriyên Tikrîtê bikin.

 

Ev daxuyanî di demekê de ye ku duhî, Serokê Encûmena Parêzgeha Selahedînê Ehmed Kerîm gotibû ku çekdarên Heşidul  Şeibî dest bi talankirin û şewitandina mal û milkên xelkê Tikrîtê kirine.

 

Piştî ku bajarê Tikrîtê ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên şîe ve ji destê DAIŞê hat derxistin, milîsên şîe dest bi şêlandin û teqandina xanî û malên akinciyên bajêr kiribûn.

 

Bajarê Tikrîtê, ku di heman demê de zêda Serokê berê yê Iraqê Sedam Husên e jî, 1ê Nîsana îsal ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û milîsên şîe ve û bi alîkariya balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman ji destê DAIŞê hatibû derxistin.