Şanda Kurdistanê ligel Serokomar û Serokê Parlamentoyê civiya

Bexda (Rûdaw) – Endamê şanda Kurdistanê li Bexdayê Fazil Mîranî ragihand, ku wan ligel Serokê Parlamentoya Iraqê liser mijara refernadûmê axiviye.

 

Piştî civîna ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, şanda hevbeş a YNK û PDKê ligel Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî civiyan.

 

Piştî civînê Mîranî û Cibûrî bersiv dane pirsên rojnamevanan.

 

Derbarê navevora hevdîtinê de Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî got; “Me ligel Serokê Parlamentoyê behsa encamdana referandûma Başûrê Kurdistanê kiriye, ku eve mafekî neteweyî yê gelê kurd e.”

 

Hevdem Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî jî ragihand; “Me ligel şanda Herêma Kurdistanê behsa çareserkirina pirsgirêkan kiriye. Me daxwaz kiriye, ku pirsgirêk bi diyalog werin çareserkirin.”

 

Cibûrî herwiha got; “Pêwîstiya welatê me, bi yekhelwestiya me hemûyan heye.”

 

Hêjayê gotinê ye, ku şandekî hevpar ê Polîtbûroya YNKê û PDKê ligel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê îro çûne Bexdayê.

 

Rojeva hevdîtinê ya ligel berpirsên Bexdayê guftûgoyên li ser giştpirsî, vekirina deriyê diyalogê û paşeroja pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ye. 

 

Di şanda bilind a kurd de Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî, Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî û weke nûnerê Serok Barzanî jî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên cîh digre.