Emar Hekîm: Parlamenterên me di hilbijartina Serokkomar de azad in

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Tevgera Hîkmetê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm ragihand ku aliyên Şîe yên di nav "Çarçoveya Hevahengiyê" de parlamenterên xwe di dengdana ji bo her namzedê Serokkomariyê de azad hiştine.

Emar Hekîm her wiha diyar kir ku ew li gel wan serkirdeyên Şîe nîne ku daxwaz dikin hilbijartina Serokkomar û Serokwezîrê nû yê Îraqê ji bo piştî dawiya şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê were taloqkirin.

Hekîm di vê derbarê de got, "Îrana ku bi xwe di nav agirê şer de ye, li bendê nema û Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hilbijart. Çima divê Îraq li benda dawiya şer bimîne?"

Di çarçoveya çalakiya salane ya "Dîwana Bexdayê" de ku ji aliyê Tevgera Hîkmetê ve ji bo elîtên siyasî, hikumî û civakî yên Îraqê tê sazkirin, îro dîdara îsal bi sernavê "Şerê Herêmî û Bandora wî ya li ser Îraqê" hat lidarxistin.

Dan û standinên Kurdan li ser Serokkomariyê

Nûnerê Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê dem û çawaniya biryardana hilbijartina Serokkomar û Serokwezîrê nû yê Îraqê pirsek ji Emar Hekîm kir.

Emar Hekîm di "Dîwana Bexdayê" de wiha bersiv da:

"Me ji aliyên Kurd daxwaz kiriye ku li ser namzedekî hevbeş ji bo posta Serokkomar li hev bikin.

Eger li hev nekin, dikarin bi du namzedan herin parlamentoyê û kî zêdetirî dengan bistîne, ew dibe Serokkomar."

Hekîm her wiha eşkere kir ku wan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de li hev kiriye ku parlamenterên wan di dengdanê de azad bin û neyên neçarkirin ku dengê xwe bidin namzedekî diyarkirî.

Ev di demekê de ye ku berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rojên borî de ji Rûdawê re ragihandibû ku her du aliyan li ser namzedekî hevbeş li hev nekiriye û niha ti dan û standina wan a di vê derbarê de nîne.

Êrişên li Herêma Kurdistanê

Serokê Tevgera Hîkmetê derbarê êrişên li Herêma Kurdistanê û hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê, baregehên Pêşmergeyan û mal û cihên kar ên sivîlan de dilgiraniya xwe nîşan da û ev wekî "karên neberpirsiyar" bi nav kirin.

Heta niha bi 651 dron û mûşekan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û komên çekdar ên Îraqî yên nêzîkî Îranê ve êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Metirsiya îzolebûna Îraqê

Emar Hekîm hişyarî da ku Îraq ji ber hinek êrişên neasayî yên li ser nûnertiyên dîplomatîk û welatên cîran, rûbirûyî "îzolebûnê" dibe.

Wî wekî mînak dûrxistina Îraqê ji civîna Moskoyê nîşan da ku meha borî di navbera Rûsya û nûnerên welatên Kendav û Urdinê de bêyî beşdariya Îraqê hatibû kirin.

Hekîm tekez kir ku piştgiriya Îranê pêdiviyeke niştimanî ye, lê divê ev piştgirî bi rêyên siyasî, mirovî û medyayî be, ne bi lêdana berjewendiyên Îraqê yan bikaranîna axa Îraqê ji bo êrişkirina ser cîranan.

Dîdara Bexdayê bi vê nêrînê bi dawî bû ku Îraq pêdivî bi biryareke serbixwe û hevsengiyê di pêwendiyên xwe de heye.

Emar Hekîm her wiha got, "Şer û aştî ne biryara aliyekî siyasî ne, divê Îraq wekî navendeke lihevkirinê bimîne û nebe sotemeniya şerên herêmî."