Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Selahedînê baregehên du lîwayên cuda yên Heşdî Şebiyê hatin bombebarankirin.
Yek ji van êrişan li navçeya Xurmatûyê hate kirin.
Endamê Encumena Parêzgeha Selahedînê Yasîn Dawidî, ji Rûdawê re got, "Baregeheke Fîrqeya Çarem, Lîwaya 52yan a Heşdî Şebî ya li gundê Parepareyê yê li Xurmatûyê hate bombebarankirin."
Divê were gotin ku Lîwaya 52yan a Heşdî Şebî girêdayî Rêxistina Bedirê ye û Mehdî Teqî Amirlî fermandariya wê dike.
Her wiha çavkaniyeke payebilind ê ewlehiyê yê ji parêzgeha Selahedînê ji Rûdawê re got:
"Baregeha Lîwaya 31ê ya Heşdî Şebiyê ya li derdora navçeya Bêcî hate bombebarankirin lê zererên wê hîn nehatine diyarkirin."
Lîwaya 31ê ya Heşdî Şebî girêdayî koma Rîsaliyûnê ye ku Ednan Şehmanî serokatiya wê dike.
Ji destpêkirina şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve 28ê Sibatê heta niha nêzîkî 90 caran baregehên cuda yên Heşdî Şebiyê hatine bombebarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse