Sebah Salihî: Nêçîrvan Barzanî karnameyek daye Çarçoveya Hevahengiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Ofîsa Bicihhêner a Tevgera Hîkmetê Sebah Salihî naveroka hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê eşkere kir.
Li gorî gotina wî, "Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê karnameyeke bi hûrgilî daye aliyên Çarçoveya Hevahengiyê û PDK jî dê vegere Bexdayê."
Endamê Ofîsa Bicihhêner a Tevgera Hîkmetê Sebah Salihî, di civîna navbera Nêçîrvan Barzanî û Emmar Hekîm de amade bû.
Sebah Salihî beşdarî bernameya "Rûdawa Îro" ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û got:
"Nêçîrvan Barzanî bi karnameyeke bi hûrgilî çûye Bexdayê û kaxezek daye Çarçoveya Hevahengiyê da ku pirsgirêk di kabîneya bê de werin çareserkirin û serkirdeyên çarçoveyê jî bi baldarî vê yekê dinirxînin."
"PDK yek ji stûnên sereke yên vê sîstemê ye"
Sebah Salihî seba helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku fraksiyona xwe ji Bexdayê vekişandiye wiha axivî:
"PDK yek ji stûnên sereke yên vê sîstemê ye. Agahiyên me hene ku di 20 rojên borî de, PDKyê ji bo astengiyan nirxandinek kiriye.
Di hevdîtina bi Emmar Hekîm re de, Serok Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku PDK ser pêwendiyan rijd e li, karê cidî bi Bexdayê re dike û piştevaniya hikûmeta nû dike. Vê yekê jî garantî da ku PDK dê vegere Bexdayê."
Naveroka bernameya Nêçîrvan Barzanî çi ye?
Li gorî gotina wî berpirsê Tevgera Hîkmetê, bernameya Serokê Herêma Kurdistanê li ser çend xalên stratejîk rawestiyaye, ew jî ev in:
- Çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
- Karkirina madeyên destûrî yên rawestiyayî.
- Yasaya Petrol û Gazê, Yasaya Dadgeha Federal û Yasaya Encumena Federal.
Salihî li ser naveroka hevdîtinê agahiyên bêhtir dan û got:
"Şandeya Serokê Herêma Kurdistanê kir ku ew pêbendî destûrê ne lê pirsgirêk di bicihanînê de ye çimkî nêzîkî 50 madeyên destûrê hene ku heta niha yasaya wan nehatiye dariştin."
"Dê hefteya bê ji sedî 50ê kabîneyê baweriyê wergire"
Sebah Salihî li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqêya bi serokatiya Elî Zeydî daxuyand:
"Tê pêşbînîkirin ku di destpêka hefteya bê de, ji sedî 50ê pêkhateya kabîneya hikûmetê baweriyê wergire da ku hikûmet bi awayekî yasayî dest bi karê xwe bike û pişt re gotûbêjên ji bo tijikirina wezaretên din berdewam bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh (04.05.2026) çû Bexdayê û bi aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, Mihemed Şiya Sûdanî, Elî Zeydiyê ku ji bo pêkanîna hikûmetê hatiye erkdarkirin, Emmar Hekîm û Encumena Niştimanî ya Suniyan re hevdîtin kiribûn.