Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi parlamenterên Xiristiyan re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê got ku divê wezareteke hikûmeta Îraqê ji Xirîstiyanan be.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka hevdîtinên roja duyem a ziyareta xwe ya Bexdayê de, bi parlamenterên Xiristiyan ên li Parlamentoya Îraqê re civiya.
Di civînê de, rewşa Xiristiyanan û nûnertiya siyasî ya pêkhateyan hat gotûbêjkirin.
"Xiristiyan pêkhateyeke resen in"
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Xiristiyan pêkhateyeke resen a Îraqê û Herêma Kurdistanê ne.
Di civînê de rola Xirustiyanan a dîrokî û şaristanî bi bilindî hat nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî ducare kir ku pêwîst e Xiristiyan di kabîneya bê ya Îraqê de posta wezaretekê wergirin.
Wî destnîşan kir ku divê xebata ji bo pêşvebirina çanda pêkvejiyan, lêborîn û hevdûqebûlkirinê bibe bingeha sereke ya aramiya li welêt.
Misogerkirina mafên destûrî
Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê hewldanên ji bo bicihkirina hevparî û wekheviyê bidomin da ku hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe yên destûrî.
Nêçîrvan Barzanî derbarê vê yekê jî piştgiriya tam a Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên Xiristiyanan ducare kir.
Her wiha wî tekezî li ser misogerkirina jiyaneke hêjayî wan kir.
Ji aliyê xwe ve, parlamenterên Xiristiyan jî spasiya helwestên berdewam ên Nêçîrvan Barzanî kir.
Wan ji ber parastina mafên pêkhateyan, piralîtî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Îraqê kêfxweşiya xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî nîşan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse