Mihemed Helbûsî: Rola Nêçîrvan Barzanî ya ji bo nêzîkkirina Bexda û Hewlêrê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî ragihand ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê gaveke rast e da ku rûpeleke nû di pêwendiyan de were vekirin.

Mihemed Helbûsî her wiha amaje pê kir ku ji bo pêkanîna hikûmeta nû têgihiştineke baş heye.

Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê Mihemed Helbûsî di bersiva çend pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê li Bexdayê Helkewt Ezîz de, bal kişand ser hevdîtina di navbera hêzên siyasî yên Sunî û Serokê Herêma Kurdistanê de ku li mala Xemîs Xenjer bi rê ve çûbû.

Halebûsî got, “Ji bo vê hevdîtinê hevahengiya pêşwext hatibû kirin û dema wê gelekî guncav bû. Armanca sereke karkirina ji bo berjewendiya niştimanî ya Îraqê û dûrketina ji berjewendiyên hizbî ye.”

Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê tekez kir ku rola Nêçîrvan Barzanî di hevkêşeya siyasî ya Îraqê de ji bo nêzîkkirina nêrînên di navbera Bexda û Hewlêrê de gelekî girîng e, bi taybetî di demekê de ku welat û herêm di rewşeke tije bi astengiyên metirsîdar re derbas dibin.

Avakirina hikûmeta nû ya Îraqê

Halebûsî derbarê hewlên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê ya bi serokatiya Elî Zeydî eşkere kir ku mafên wezaretan li ser bingeha encamên hilbijartinê hatine yekalîkirin û got, “Têgihiştineke di asta herî bilind de di navbera hêzên siyasî yên di nav Encûmena Siyasî ya Niştimanî de heye. Em dixebitin da ku di destpêka hefteya bê yan jî di nîveka wê de hikûmet were pêkanîn.”

Halebûsî amaje pê kir ku li ser çend xalên sereke peyman hatiye kirin ku dê bibin bingeha dîtina hikûmeta paşerojê, ji wan jî aliyê aborî, ewlehî, hiştina çekan di destê dewletê de û serweriya qanûnê li hemû derên Îraqê ne.

Meaş û mafên darayî yên welatiyan

Mihemed Halebûsî di beşeke din a hevpeyvînê de, tekezî li ser pêdiviya dabînkirina mafên darayî yên hemû welatiyan kir û got, “Divê hemû welatî, her ji Herêma Kurdistanê bigire heta xala dawî ya li Besreyê, mafên xwe yên darayî bi temamî û bêyî kêmasî wergirin.”

Halebûsî her wiha hevxemiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya li hemberî wan êrişên ku li ser wê tên kirin ducare kir.

Pirs: Hûn serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê çawa dibînin?

Mihemed Halebûsî: Gelekî spas. Doh hevdîtina me bi Serokê Herêma Kurdistanê birayê me Nêçîrvan Barzanî re hebû, ji ber wê rewşa ku Îraq û herêm tê de derbas dibin hevahengiya pêşwext ji bo vê hevdîtinê hatibû kirin. Hevdîtin li mala birêz Xemîs Xencer bû; em dikarin bibêjin ku ev gavek e ji bo karkirina di berjewendiya Îraqê de û dûrî berjewendiyên hizbî ye, her wiha dema wê jî gelekî guncav bû.

Beşek ji vê hevdîtinê pêwendî bi rewşa giştî ya Îraqê, mafên darayî yên xelkê û wan astengiyên herî girîng ve hebû ku rûbirûyî herêmê dibin. Ji xeynî vê jî, guftûgoyeke eşkere bû, em dikarin bibêjin ku ev gaveke nû yan jî gaveke rast e ji bo vekirina rûpeleke nû di pêwendiyên navbera aliyan de; her wiha mafên ji bo pêkanîna hikûmetê jî hene, serdana wî ya di vê demê de gelekî girîng bû.

Me berê jî hevxemiya xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya li hemberî wan êrişên ku li ser wê hatibûn kirin nîşan dabû û me ew wekî erkeke niştimanî dîtibû ku divê dûrî hevrikiya hizbî be. Berê jî hevdîtineke din di navbera serkirdayetiya Hevpeymaniya Teqedûmê û Serokê Parlamentoyê de bi Serokê Herêma Kurdistanê re hatibû kirin.

Çavê me li rûbirûbûna astengiyan e û em dixwazin bizanibin ka pêdiviyên herî girîng ên xelkê û welatiyan çi ne. Bê guman rola birêz Nêçîrvan Barzanî û rola Herêma Kurdistanê di hevkêşeya Îraqê de bi giştî girîng e.

Pirs: Hûn civîna xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê re çawa dinirxîni? Ma ev bû sedema çespandina têgihiştineke zelal ji bo qonaxa paşerojê?

Mihemed Halebûsî: Min berê jî ji we re got, ew astengiyên ku Îraq tê de derbas dibe metirsîdar in. Divê hemû aktorên siyasî amade bin û berpirsyariyên xwe bigirin ser milên xwe. Qonax hewceyî sekneke cidî ya hemû serkirdeyên siyasî ye. Wekî her tim, cenabê Serokê Herêma Kurdistanê rola wî di nêzîkkirina nêrînên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de heye.

Pirs: Pirsa min a dawî; helwesta we derbarê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û meaşê karmendan de çi ye?

Mihemed Halebûsî: Di salên borî yên xebata me ya siyasî de, me her tim xema hemû kurên gelê Iraqê xwariye. Em di wê xemê de ne ku dadperwerî di dabeşkirina serweta welat û mafên darayî de hebe. Divê welatî, her ji welatiyên me yên li Herêma Kurdistanê bigire heta xala dawî ya Îraqê ya li Besreyê, mafên xwe yên darayî bi temamî û bêyî kêmasî wergirin.

Pirs: Cenabê Serok, ma Encûmena Siyasî ya Niştimanî mafên wezaretan bi Serokwezîrê erkdar Elî Zeydî re ji hev veqetandiye?

Mihemed Halebûsî: Maf diyar in; mafên hilbijartinê û encamên hilbijartinê zelal in û li ser wê bingehê jî mafên wezaretan tên hesibandin, têgihiştineke di asta herî bilind de di navbera hêzên siyasî de di Encûmena Siyasî ya Niştimanî de heye.

Ji wê girîngtir, berî du rojan civîna me hebû û me tê de wan xalên herî girîng diyar kirin ku em bawer dikin ji bo birêvebirina dewletê bi giştî û ji bo paşeroja welat girîng in, ji wan jî aliyê aborî, ewlehî, hiştina çekan di destê dewletê de, serweriya qanûnê li hemû derên Îraqê û her wiha dadperweriya di dabeşkirina çavkaniyan de ku min hinekî berê amaje pê kir.

Her wiha hejmarek pirsgirêk hene ku di van salan de kom bûne û Îraqî li benda çareserkirina wan in. Ev pirsgirêk dê di asta neteweyî de werin nîqaşkirin da ku bibin beşek ji vîzyona hikûmetê ji bo qonaxa bê wekî belgeyeke hevpar a hemû civakên gelê Iraqê.

Pirs: Birêz Serok, derbarê kabîneya wezaretan û mafan de; hûn dê kengî bi Çarçoveya Hevahengiyê yan Serokwezîrê erkdar re bigihin peymanekê?

Mihemed Halebûsî: Çend rojên paşerojê dê bibin şahidê lezê di temamkirina vê dozê de, em dixebitin da ku di destpêka hefteya bê yan jî di nîveka hefteya bê de hikûmet were pêkanîn, guftûgo û civîn di van rojan de didomin û hinek peyman di navbera aliyên siyasî de tên kirin da ku hikûmet bi lez were pêkanîn. Gelekî spas.