Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rûdanên li herêmê gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Îrfan Sidîq rewşa navxweyî û rûdanên herêmê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Îrfan Sidîq re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da.
Rewşa navxweyî û rûdanên herêmê
Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêvajoya siyasî ya welêt û gavên avakirina hikûmeta nû ya federal hatin gotûbêjkirin.
Her wiha ziyaret û hevdîtinên Serok Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê yên bi serkirdeyên Îraqî re hatin nirxandin.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û rûdanên herêmê mijarên din ên civînê bûn.
Hevahengiya bi aliyên Îraqî re
Her du alî li ser girîngiya hevahengî û hevkariya hevbeş a Herêma Kurdistanê ya bi aliyên Îraqî re hemfikir bûn.
Wan diyar kir ku ev hevkarî ji bo serxistina pêvajoya siyasî û avakirina hikûmeta bê ya federal girîng e.
Hat xwestin ku hikûmeta nû bibe neynika daxwazên welatiyan, karibe rûbirûyî astengiyan bibe û serweriya welêt biparêze.
Piştgiriya Brîtanyayê
Balyozê Brîtanyayê ducare kir ku welatê wî girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.
Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Brîtanyayê kir.
Di beşeke din a civînê de bandor û encamên şer ên li herêmê û çend mijarên din ên girîng hatin gotûbêjkirin.