Celadê Enfalê li xwe mikur tê

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn rûniştina darizandina Ecacê ku yek ji tawanbarên Enfalê ye li Bexdayê tê kirin.

Li gorî parêzerê dozê, Ecac di îfadeyên xwe de gotiye wî rojê bi tenê semûnek daye Enfalkiriyan û ava gemarî daye wan da ku bimirin.

Rûniştina dadgehê pêncşemê (7ê Gulana 2026an) li Bexdayê ye.

Eyad Kakeyiyê parêzerê dozê ji Rûdawê re daxuyand ku dê darizandin demjimêr 08:30ê pêncşemê li Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê ya li Resafeyê were kirin.

Zêdetirî 200 kesan wekî şahidê vê bûyerê têne vexwendin da ku li dijî Ecac şahidiyê bikin.

Desteserkirina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hat ragihandin ku wekî “Celadê Enfalê” tê naskirin.

Ew bi şehîdxistina gelek kesên di Zîndana Nugreselmanê ya li parêzgeha Musenayê (Îraq) tê tawanbarkirin.

“Kûçikan laşên wan dixwarin”

Eyad Kakeyî diyar kir ku wî îfadeyên Ecac ên dema lêpirsînê dîtine û Ecac li tawanên xwe mikur hatiye û gotiye:

"Min serê sisê danan yek semûn dida Enfalkiriyên Zîndana Nugreselmanê û min avek dida wan ku nedihat vexwarin da ku bimirin.

Kesên ku canê xwe ji dest dida, ji zîndanê dihatin derxistin û dihatin binaxkirin; ji ber ku axeke kêm bi ser wan dihat dakirin termên wan derdiketin holê û kûçikan laşên wan dixwarin."

Li gorî agahiyên dosyayê, Ecac sala 1962yan li parêzgeha Selahedînê ji dayîk bûye û sala 1986an Koleja Ewlehiya Neteweyî qedandiye û li başûrrojhilatê Selahedînê hatibû girtin.

Eyad Kakeyî da zanîn ku Ecac di dema lêpirsînan de li wê yekê mikur hatiye ku ew dema Enfalê berpirsê Zîndana Nugreselmanê bûye.