Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezelî li ser hikûmeta nû axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîbî Ehlî Heqê Qeys Xezelî avakirina hikûmeta nû Îraqê gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, îro bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîbî Ehlî Heqê Qeys Xezelî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê daxuyaniyek da.
Avakirina hikûmeta nû
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa siyasî ya Îraqê û pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya federal hatin nirxandin.
Her wiha rûdanên dawî yên li herêmê û bandora wan a li ser Îraqê hatin gotûbêjkirin.
Hevkariya hêzên siyasî
Her du aliyan bal kişand ser girîngiya lihevtêgihiştinê.
Wan tekez kir ku divê pirsgirêk werin çareserkirin û hevkariya di navbera hêzên siyasî de bidome.
Hat destnîşankirin ku ev hevkarî ji bo derbaskirina astengiyan û berjewendiya giştî ya hemû pêkhateyên Îraqê pêwîst e.