Qeys Xezelî: Nêçîrvan Barzanî kesayetiyekî nerm e, em pişta xwe pê girê didin
Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîbî Ehlî Heqê Qeys Xezelî got, “Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji ber rola xwe ya erênî û nerm a di pêşkêşkirina nêrînan de kesayetiyekî gelekî rêzdar e.”
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîbî Ehlî Heqê Qeys Xezelî piştî hevdîtina li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Bexdayê ji Rûdawê re axivî.
Qeys Xezelî ragihand, "Birêz Nêçîrvan Barzanî kesayetiyekî rêzdar e."
Xezelî destnîşan kir ku ev ziyaret niyetpakiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a ji bo beşdariya di hikûmetê de nîşan dide.
“Di piraniya mijaran de lihevtêgihiştin hebû”
Sekreterê Giştî yê Tevgera Esaîbî Ehlî Heqê li ser naveroka hevdîtinê wiha axivî:
"Em bi xêrhatina wî dikin. Ev ziyaret di demeke giring de pêk hat.
Her wiha ev ziyaret niyetpakiya PDKyê ya ji bo beşdarbûna hikûmetê nîşan dide.
Li gel hinek nêrînên diyarkirî yên ku di Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de hatin pêşkêşkirin, di piraniya wan de lihevtêgihiştin hebû.
Bi dîtina me ev yek ji bo bilezkirina avakirina hikûmetê û serkeftina karên wê gaveke baş e."
Qeys Xezelî li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de bersiv da Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Helkewt Ezîz.
Xezelî di besiva xwe de got, "Bi rastî, Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî, ji ber rola xwe ya erênî û nerm a di pêşkêşkirina nêrînan de kesayetiyekî gelekî rêzdar e.
Em ji bo dîtina xalên lihevtêgihiştinê yên di navbera hikûmeta federal û herêmê de gelekî pişta xwe pê girê didin."
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Bexdayê
Ev hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Qeys Xezelî, di çarçoveya ziyareta fermî de ye.
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi serkirdeyên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.
Her wiha wî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Erkdarkirî yê ji bo Avakirina Kabîneya Nû ya Îraqê Elî Zeydî û serkirdeyên Sunî re jî hevdîtin kirin.
Tê payîn ku Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokê Encumena Dadweriya Bilind a Îraqê Fayeq Zêdan re jî bicive.