Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Dadweriyê ya Bilind a Îraqê Fayeq Zêdan li Bexdayê civiyan.
Her du aliyan "tekezî li ser karkirina di çarçoveya destûrê de kir."
Ev civîn di çarçoveya serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdaya paytexta Îraqê de pêk hat.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek da û anî ziman ku wan rewşa siyasî û giştî gotûbêj kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn:
"Her du aliyan tekez kir ku serbixwebûna desthilata dadweriyê bingeheke sereke ye ji bo parastina desthilat û saziyên welêt û aramî û mafên destûrî yên hemûyan."
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî rola Fayeq Zêdan a "di parastina aramiya siyasî û berjewendiyên bilind û niştimanî yên welêt de bilind nirxand, her wiha ji bo rola wî ya girîng a di çareserkirina pirsgirêkan û duristkirina lihevtêgihîştinê ya di navbera aliyan de spasiya wî kir."
Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman:
“Her du aliyan tekezî li girîngiya serweriya yasayê û karkirina di çarçoveya destûrê de kir.
Ev wekî tekanê rê ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt û parastina mafên yasayî yên hemû pêkhateyan û qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê hat diyarkirin."
Berdewamî û bipêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera dezgeh û saziyên dadwerî yên federalî û Herêma Kurdistanê de mijareke din a civînê bû.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Dadweriyê ya Bilind a Îraqê Fayeq Zêdan li Bexdayê civiyan pic.twitter.com/qJ9fqxh9ff
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 5, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse