Nêçîrvan Barzanî û Mûsewî: Serekeftina pêvajoya siyasî bi beşdariya hemû aliyan ve girêdayî ye

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Ebdulhusên Mûsewî Civîn Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Nehcî Niştimanî Ebdulhusên Mûsewî re civiya.

Di civînê de hat tekezkirin ku serkeftina pêvajoya siyasî bi beşdariya hemû aliyan ve girêdayî ye.

Nêçîrvan Barzanî di roja duyem a serdana xwe ya Bexdayê de serdana Hevpeymaniya Nehcî Niştimanî kir.

Hevpeymaniya Nehcî Niştimanî yek ji pêkhênerên Çarçoveya Hevahengiyê ye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna li gel Ebdulhusên Mûsewî û berpirsên hevpeymaniyê de, wan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê serdanê nîşan daye.

Di civînê de pêvajoya siyasî ya Îraqê, bipêşxistina ruhê aştî û hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyan de hatin nirxandin.

Her du aliyan ev yek wekî bingehekê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramî û ewlehiya welêt dît.

“Nêçîrvan Barzanî li ser xalên hevbeş kar dike”

Serokê Hevpeymaniya Nehc a Niştimanî Ebdulhusên Mûsewî piştî civînê daxuyanî da û serdana Nêçîrvan Barzanî wekî "serkeftî" bi nav kir.

Ebdulhusên Mûsewî got, "Kak Nêçîrvan Barzanî kesekî xoşewîst e. Zêdetir li ser xalên hevbeş kar dike, ne li ser nakokiyan.

Ew kesekî qebûlkirî ye û hewl dide nêrînan nêzîkî hev bike."

Mûsewî pê de çû, "Baweriya min ew e ku ev serdan û dîtinên wî yên li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê û pêkhateyên din, dê bike ku em îro ji bo pêkanîna hikûmeta nû bigihîjin karnameyeke hevbeş."

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî hat destnîşankirin ku serkeftina pêvajoya siyasî li Îraqê bi lihevtêgihiştin, bihevrejiyan, hevkarî, hevbeşiya rasteqîn û beşdariya çalak a hemû aliyan di biryarên niştimanî de girêdayî ye.

Çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê

Ebdulhusên Mûsewî li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî axivî û bal kişand ser îradeya çareseriyê.

Mûsewî diyar kir, "Ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkên hilawîstî pêwîstî bi demê heye.

Her wiha pêwîstî bi komîteyan û îradeyeke rasteqîn a ji bo çareseriyê heye.

Nabe komîte tenê pirsgirêkan bi paş bixin û wan mezin bikin, heta ku çareseriya wan zehmet bibe."

Mûsewî destnîşan kir ku nêta Serokwezîrê raspartî heye ku hemû nakokiyan sifir bike û got:

"Ji ber ku astengî û zehmetiyên qonaxa bê mezin in, pêwîst e tîma hikûmetê û paşxaneya wê ya siyasî bi hev re di nava hevahengiyê de bin da ku em derbasî qonaxeke din bibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst