Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi nûnerên pêkhateyên Kurdên Êzidî, Feylî û Sabiî yên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê re civiya.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de ragihand ku ew dê ji bo beşdarbûna pêkhateyan a di pêvajoya siyasî û birêvebirina welêt de çi ji destê wan were bikin.
Rojev rewşa pêkhateyan bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de nûnerên pêkhateyan qebûl kirin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa pêkhateyan ên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pêkhate bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî bibin û mafên xwe yên destûrî bi dest bixin.
"Dê bibe sedema aramiya siyasî"
Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo mafên hemû pêkhateyan ducare kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir kur beşdarbûna pêkhateyan a di birêvebirina welêt de dê bibe sedema çespandina aramiya siyasî û prensîbên dadperwerî û wekheviyê.
Nûnerên pêkhateyan jî ji ber piştgiriya wî ya berdewam a ji bo mafên wan, spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
Nûneran, rola Serokê Herêma Kurdistanê ya di parastina bihevrejiyanê de bilind nirxand.
#WÊNE - Nêçîrvan Barzanî bi nûnerên Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Sabiyên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 5, 2026
💢 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew dê ji bo beşdariya wan a di pêvajoya siyasî û birêvebirinê de her tiştî bikin pic.twitter.com/sYhPcDEfVB
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse