Nêçîrvan Barzanî: Ez geşbîn im ku dê pirsgirêkên bi Bexdayê re çareser bibin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî piştî civîna xwe ya li gel Serokê Encumena Dadweriyê ya Bilind a Îraqê Fayeq Zêdan a li Bexdayê daxuyaniyek da rojnamegeran.

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Bexda kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ye û hewlên ji bo yekrêziya aliyên Kurdistanî jî didomin.

Nêçîrvan Barzanî li ser mijara yekrêziya aliyên siyasî destnîşan kir ku divê Kurd rêyekê ji bo xebata bi hev re peyda bikin û li pey çû:

"Em li ser wê yekê xebitîn ku li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) encumeneke siyasî ava bikin.

Ev mijar dê bidome û xebat li ser tên kirin.

Em hêvîdar in ku di dema bê de em li ser vê pirsgirêkê bigihêjin xaleke hevpar."

Serokê Herêma Kurdistanê li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û xwesteka aliyên Îraqî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan geşbîniya xwe nîşan da û eşkere kir:

"Bersiva aliyên Îraqî gelekî baş bûye.

Em di nav Îraqê de dijîn û divê em pirsgirêkên xwe li Bexdayê çareser bikin."

"Bexda kûrahiya me ya stratejîk e"

Nêçîrvan Barzanî her wiha got:

"Bexda paytexta me ye û kûrahiya me ya stratejîk e.

Eger berê me nekarîbe pirsgirêkan çareser bikin jî, divê em niha ji bo çareserkirina wan berdewam bin.

Ez bi xwe geşbîn im ku em dikarin wan pirsgirêkan çareser bikin."

Nêçîrvan Barzanî doh danê sibehê bi serdanekê gihîşt Bexdaya paytexta Îraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê roja yekem a serdana xwe li gel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê erkdarkirî yê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Elî Zeydî, Serokê Tevgera Hîkmetê Emar Hekîm, serkirdeyên Encumena Siyasî ya Niştimanî ya Suneyan, Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Samerayî civiya.

Pirsgirêka meaşan dê were çareserkirin

Serokwezîrê erkdarkirî yê pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê Elî Zeydî roja duşemê li ser encama civîna xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal lihevtêgihîştineke baş hebû û dê hêsankarî ji bo çareserkirina wan were kirin.

Ew mijarên ku mane û pêwendîdar in, bi îzna Xwedê dê di vê hikûmetê de werin çareserkirin."

Zeydî li ser mijara meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî diyar kir:

"Hemû pirsgirêkên pêwendîdarî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê dê werin çareserkirin.

Ev meaşên xelkê û meaşên welatiyan e, ne rast e ku dereng bikeve."

Nêçîrvan Barzanî îro jî li gel parlamenterên pêkhateya Xiristiyan ên li Parlamentoya Îraqê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen, Sekreterê Gişt, Encumena Dadweriyê ya Bilind a Îraqê Fayeq Zêdan, Parêzgarê Besreyê Esed Îdanî û nûnerên pêkhateyên Kurdên Êzidî, Kurdên Feylî û Sabiyên Mendayî yên li Parlamentoya Îraqê civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê û Endamê Ofîsa Siyasî ya PDKyê Fuad Husên, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Berpirsê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nûrî Osman, Serokê Fermangeha Hevahengî û Şopandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulhekîm Xesro bi Nêçîrvan Barzanî re bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst