Fetih û Saîron li ser berbijêrê posta wezareta navxwe nakok in

Bexda (Rûdaw) – Hevpeymaniya Saîron a bi serokatiya Muqteda Sedir li dijî berbijêrkirina Falih Feyaz bo posta wezîrê navxwe ye û daxwaz dike, ku wezaretên ewlehiyê ji aliyê kesên teknokirat û dûr ji partiyan bêne birêvebirin. Lê Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî wê daxwaza Saîron red dike û dibêje, ew rijd in li ser berbijêrkirina Falih Feyaz û ne amade ne ku wî biguherin.

 

Tevî ku hilbijartinên Iraqê di meha Gulana îsal de hatibûn kirin, lê heta niha hikûmet bi temamî nehatiye pêkanîn, çend wezaret bê wezîr mane, aliyên siyasî jî lihev nakin. Herî dawiyê jî pirsa berbijêrkirina Falih Feyaz bo posta wezareta navxwe ya Iraqê bûye cihê nerazîbûna çend aliyan.

 

Li ser berbijêrkirina Falih Feyaz bo posta Wezîrê Navxwe, ti rêkevtinek nehatiye kirin, Hevpeymaniya Fetih ku Falih Feyaz berbijêrê wan bo wergirtina posta wezareta navxwe ye, ne amade ye, ku wî biguhere û tekez dike, ew take berbijêrê wan e bo wê postê.

 

Hêj heşt wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî bê wezîr in û biryar e di civîna bê ya parlamentoya Iraqê de biryar li ser bawerîdana bi wan wezîran û pesendkirina navê wan wezîrên nû jî were dayîn, lê belê Berdevkê Hevpeymaniya Fetih, Ehmed Esedî ji Rûdawê re dibêje, “di civîna roja Sêşembiyê ya parlamentoyê de hemû wezîrên kabîneya Adil Ebdulmehdî nayên diyarkirin.”

 

Ehmed Esedî ragihand, Fetih rijd e li ser wê yekê ku Falih Feyaz bo posta wezareta navxwe berbijêr bike û bo vê mebestê jî li gel hemû aliyan gotûbêjê dikin.

 

Hevpeymaniya Saîron jî bi heman rijdbûnê li dijî berbijêrkirina Falih Feyaz, Serokê berê yê Desteya Heşda Şeibî ye. Saîron dibêje, divê kesekî ne hizbî û teknokrat bibe wezîr.

 

Berdevkê Saîron, Casim Hilfî ji Rûdawê re got: “Derbarê wezaretên ewlehiyê de em tekez dikin, ku divê kesekî dûr ji partiyan û pişk pişkanê be û divê ji aliyê kesên hêja û bêalî ve bêne rêvebirin. Ev nêrîna me ye û em jî rijd in li ser vê yekê.”

 

Ev 6 meh in ku hilbijartinên Iraqê birêve çûne, lê heya niha hikûmet bi temamî nehatiye pêkanîn.

 

Falih Feyaz berê serokê Desteya Heşda Şeibî bû û bi fermana serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî ji wê postê hatibû dûrxistin.

 

Wezaretên Dad, Navxwe, Berevanî, Koç û Koçberan, Plandanîn, Rewşenbîrî, Xwandina Bilind û Perwerdehî di kabîneya Adil Ebdulmehdî de hêj bê wezîr in û bi wekalet tên birêvebirin.

 

Biryar e sibe Sêşembiyê 6ê Mijdara 2018 parlamentoya bo diyarkirina heşt wezîrên mayê yên hikûmeta Iraqê bicive, daku kabêneya çarem a hikûmeta Iraqê bi temamî dest bi karê xwe bike.