Li Mûsilê nexşeya siyasî diguhere: Sunî û Kurd parçe ne û Şîe bihêz dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûsilê (Nînova) beriya hilbijartinên parlamentoya Îraqê hevrikiya siyasî germ bûye.

Bandora Şîeyan zêde dibe û Sunî parçe bûne û dengên Kurdan jî belav dibin.

Bi hezaran afîşên namzedan kolanên bajêr dagirtine û tê dîtin ku li Nînovayê bandora partiyên Şîe zêde dibe, hevpeymanên Sunî parçe bûne û dengên Kurdan jî belav in.

Li parêzgeha ku nifûsa wê derdora 4,5 milyon kesî ye, Ereb, Kurd, Tirkmen û Xiristiyan bi hev re dijîn.

Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinan a Nînovayê, ji bo parêzgehê 34 kursî li Parlamentoya Îraqê hatine veqetandin.

Di vê hilbijartinê de hezar û 47 namzed (282 ji wan jin) di nav 37 lîsteyên hilbijartinê de 28 partî û 9 hevpeymanî hevrikiyê dikin.

Her wiha ji bo Xiristiyan, Kurdên Êzidî û Şebekan jî sê kursiyên kotayê hene.

Nîqaşa li ser lîsteyên ji derveyî parêzgehê

Parlamenterê Nînovayê Mihemed Ebd Rebo got ku nêzîkî 24 lîsteyên ku beşdarî hilbijartinan bûne ne xelkê Nînovayê ne.

Ebd Rebo îdia kir ku ev yek hewldaneke ji bo kontrolkirina Nînova û dahatên wê ji aliyê aktorên siyasî yên derve ve ye.

Parêzgarê berê yê Nînovayê Necîm Cuburî jî got, "Nasnameya Nînovayê di xeteriyê de ye, hûn li kolanan wêneyên serokên ku ti eleqeya wan bi bajêr re nîne dibînin."

Lê belê, Birêvebirê Medyayê yê Ofîsa Hilbijartinan a Nînovayê Sufyan Cuburî jî diyar kir ku hejmara lîsteyên ji parêzgehên derve tenê 7 in.

Nexşeya siyasî

Di nav lîsteyên Ereban de, hevpeymaniyên wekî "Ji bo Gelê Nînovayê" û "Tevgera Vatan" ku kesayetên wekî Wezîrê Navxwe Sabit Ebasî û waliyê berê Cuburî tê de ne, derdikevin pêş.

Di aliyê Şîeyan de, lîsteya "Ji nû ve Avakirin û Pêşketin" a bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî namzedeke bihêz e.

Her wiha Rêxistina Bedir û lîsteya "Bingeha Îraqê" ya Alîkarê Serokê Parlamentoyê Muhsîn Mendelawî jî çalak in.

Hevpeymaniya "Hedba ya Niştimanî" ya Nûrî Malikî jî lîsteyeke din a girîng a Şîeyan e.

Lîsteyên Suniyan bi piranî ji derveyî Nînovayê ne.

Di nav wan de Lîsteya Teqedum a Mihemed Helbûsî, Lîsteya Siyade ya Xemîs Xencer û Lîsteya Ezim a Musenna Samarraî hene.

Belavbûna dengên Kurdan û dengên pûçbûyî

Di hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Nînovayê yên 2023yan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 141 hezar û 52 dengan 4 kursî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî bi 50 hezar û 606 dengan 2 kursî bi dest xistibûn.

Lê ji ber ku partiyên din ên Kurd û hinek namzedên Êzidî û Şebek bi ser neketin, nêzîkî 22 hezar û 280 dengên Kurdan vala çûn.

Vê yekê jî nûnertiya Kurdan li herêmê lawaz kir.

Her wiha, di vê hilbijartinê de cara yekem lîsteyeke Êzidiyan bi navê "Hevpeymaniya Doza Êzidiyan" ji bo kursiyên giştî li derveyî kotayê hevrikiyê dike.

Hevrikiya Sunî-Şîe û pêngava bihêz a Şîeyan

Lêkolîner Mihemed Xesûb ji Rûdawê re ragihand ku ew pêşbînî dike aliyên Şîe di hilbijartinên 11ê Çiriya Paşîn de li gorî sala 2021an zêdetir kursiyan bi dest bixin.

Mihemed Xesûb sedema vê yekê bi hêza darayî û leşkerî û kampanyayên birêxistinkirî yên Şîeyan ve girê dide.

Xesûb got, "Piştî 2017an gotara yekgirtî ya Suniyan têk çû. Aliyên Şîe vê rewşê bi kar tînin û li herêmên Suniyan nifûza xwe zêde dikin."

Sîstema hilbijartinê û bandora wê li ser Kurdan

Serokê Fraksiyona YNKyê yê Encûmena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî diyar kir ku guhertina sîstema hilbijartinê ya ji bo "yek herêmê" dê pozîsyona Kurdan lawaz bike.

Kakeyî li ser vê yekê got, " Nînova sala 2021an li 8 herêmên hilbijartinê hatibû belavkirin.

Kurd li 5 herêman bihêz bûn û 11 kursî garantî kiribûn. Sîstema yekherêmî dê dengên Kurdan parçe bike.

Tê payîn ku beşdariya Suniyan ji sedî 60î derbas bibe û ev jî dê hevrikiyê ji bo Kurdan zehmettir bike."

Kakeyî teqez kir ku çareserî vegera dengdêrên Kurd ên koçberbûyî ye û bangî  PDK û YNKyê kir ku ji bo vegera xelkê hewl bidin.