Mûsil (Rûdaw) – DAIŞ derzî û dermanan ji Mûsilê derbasî Sûriyê dike. Her wiha 32 kes jî ji ber pîrozkirina Mewlûdê ji aliyê wê rêxistinê ve hatine cezakirin.
Berpirsê Ragihandinê yê Liqa PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, DAIŞê îro 2 kamyon tijî derzî û derman û kelûmelên pijîşkî ji Mûsilê şand Sûriyê.
Seîd Memozînî, her wiha da zanîn ku DAIŞê 32 welatiyên bajarê Mûsilê ji ber ku Mewlûda Pêxember pîroz kirine, ceza kiriye û ji her yekê ji wan 13 milyon dînar standiye.
DAIŞê pîrozkirina Mewlûdê qedexe kiribû, ji ber ku li gorî baweriya DAIŞê, Mewlûd heram e û nabe were pîrozkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse