Hilbijartina rêberê nû yê Îranê gihişt kîjan qonaxê?

9 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Hilbijartina Rêber Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê 6ê Adara 2026an, 7 roj bi ser êrişa asmanî ya Amerîka û Îsraîlê ya li Îranê re derbas dibin.

Di roja yekem a şer de Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî hat kuştin.

Ji bo birêvebirina karan komîteyeke demkî ya ji 3 kesan pêk tê hat avakirin.

Lê hemû desthilatên rêber di destê vê komîteyê de nînin. Wekî din ev komîte nikare rola mixetab û lêvegerê bilîze.

Ji ber vê yekê, hilbijartina rêber di "dema herî nêzîk de û ji bo derbaskirina rewşa şer" wekî pirsgirêka navxweyî ya herî girîng a Îranê tê dîtin.

Encumena Pisporan: Hîn rêber nehatiye hilbijartin

Endamekî Desteya Serokatiya Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê dibêje, hîn rêberê nû nehatiye hilbijartin.

Wî diyar kir ku encumen mijûlî destnîşankirina rêber e û dibe ku di demeke nêzîk de bigihîje encama dawî.

Endamê Desteya Serokatiya Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê Muhsîn Qûmî 4ê Adara 2026an ragihand, "Pêvajoya hilbijartina rêberê nû li ber qedandinê ye."

Qûmî her wiha got, "Hemû tiştên ku heta niha hatine belavkirin ne rast in. Ew li ser bingeha gumanan in, ne agahî ne."

Serokê Encumena Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê ya Îranê Sadiq Larîcanî jî heman rojê ji medyaya Îranê re axivî.

Sadiq Larîcanî destnîşan kir ku hîn rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê nehatiye hilbijartin.

Larîcanî got, "Li gorî destûrê divê di dema herî nêzîk de rêber were hilbijartin.

Lê ji ber ku niha şer heye, 'dema herî nêzîk' tê wê wateyê ku gava Encumena Pisporan karibe bicive û biryarê bide."

Medyaya girêdayî Supaya Pasdaran berê ji zarê çavkaniyeke agahdar belav kiribû ku "dibe ku ji ber rewşa şer civîna Encumena Pisporên Rêberiyê bi awayekî asayî bi rê ve neçe."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hatin ku di hinek dezgehên medyaya cîhanê de nûçeyên "Muçteba Xamineyiyê kurê Elî Xamineyî wekî rêberê sêyem ê Îranê hatiye hilbijartin" hatibûn belavkirin.

Bi salan e gotegot hene ku amadekarî tên kirin da ku Muçteba Xamineyî cihê bavê xwe bigire.

Lê ji destpêka şer û vir ve çarenivîsa Muçteba Xamineyî ne diyar e.

Encumena Pisporên Rêberiyê ya Îranê heta niha navên wan kesên ku ji bo rêberiya Komara Îslamî ya Îranê tên nîqaşkirin eşkere nekirine.

Her wiha ne diyar e ka navên çend kesan tên nîqaşkirin.

Kevneşop û reformxwaz hişyariyê didin

Li gel germbûna nîqaşên li ser hilbijartina rêberê nû, kevneşop (muhafezekar) daxwaz dikin ku pabendî biryara Encumena Pisporan bibin.

Hinek nermrew jî dixwazin kesek bibe rêber ku hemû alî wî qebûl bikin.

Berdevkê Eniya Şeryanê ya hêzên kevneşop ên Îranê Muçteba Ekberî roja Pêncşemê got:

"Divê hemû alî, partî û rêxistinên siyasî piştgiriyê bidin biryara Encumena Pisporan a li ser hilbijartina rêber."

Berevajî kevneşopan, nermrew û reformxwazên nav desthilata Îranê roja Pêncşemê hişyarî da.

Wan nexwest kesek wekî rêber were diyarkirin ku tenê nûnertiya beşeke desthilatê dike.

Serokê Buroya Siyasî ya Partiya Nermrewî û Bipêşketinê û kesê nêzîkî Serokkomarê berê Hesen Rûhanî, Mehmûd Waîzî anî zimên:

"Paşeroja Komara Îslamî ya Îranê bi hilbijartina rêberê sêyem ve girêdayî ye."

Waîzî daxuyand ku divê kesek were diyarkirin ku "bibe sedema xurtbûna yekîtiyê û baweriya xelkê bi wî hebe."

Her wiha Sekreterê Partiya Karguzaranî Sazendegî Husên Merheşî got:

"Divê rêberek were hilbijartin ku hemû li ser wî hemfikir bin, valahiya di navbera xelk û desthilatê de dagire û karibe Îranê ji vê krîzê derxe."

Îhtîmala kûrbûna nakokiyên navxweyî

Hinek berpirs û pisporên Îranê li ser nakokiyên navxweyî yên Îranê hişyariyê didin.

Ew dibêjin ku di vê rewşê de divê serokkomar kesê yekem ê welêt be û her kes di bin fermana wî de be.

Ebas Axûndî roja Pêncşemê li ser medyaya civakî peyamek belav kir û got:

"Îro Pizîşkiyan serokkomar e, her wiha serokê komîteya rêberiyê û fermandarê giştî yê hêzên çekdar e jî.

Divê ew fermandariya şer bike, hikûmetê bi rê ve bibe û siyaseta derve jî diyar bike."

Li gorî gotina Axûndî, "Şerê li dijî Amerîkayê bi wan hemû şiyanên wê, ne karekî hêsan e. Nabe ku bal ji ser şer here ser mijarên navxweyî."

Girîngiya daxuyaniya Axûndî ji ber wê ye ku wî di navbera salên 1987 û 2018an de postên girîng ên wekî wezaretî wergirtine. Ew kesekî nêzîkî Elî Ekber Haşimî Refsencanî bû.

Niha jî nêzîkî Hesen Rûhanî û baskê nermrew ê kevneşopan e. Her wiha pêwendiyên wî yên nêzîk bi Elî Ekber Natiq Nûrî re hene ku di nav kevneşopên nermrew û reformxwazan de kesayetekî bibandor e.

Desthilata sekinandina şer dan komîteya demkî

Berdevkê Encumena Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê ya Îranê Muhsîn Dêhnewî roja Pêncşemê ragihand ku wan biryar daye desthilata ragihandina şer û agirbestê bidin komîteya demkî ya rêberiyê.

Her wiha desthilata diyarkirina berpirsên bilind ên leşkerî jî dan wê komîteyê. Êdî ji bo van biryaran hewce nake vegerin Encumena Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê.

Li gorî destûra Îranê, biryardayîna li ser van mijaran tenê di desthilata komîteya demkî de nîne. Divê sê ji çaran ê endamên Encumena Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê dengê xwe bidinê.

Encumena Teşxîskirina Berjewendiyên Sîstemê ya Îranê ji 44 endaman pêk tê. Ji wan 35 kes ji aliyê rêber ve tên diyarkirin û yên din jî li gorî postên xwe dibin endam.

Serokkomar, serokê parlamentoyê, serokê desthilata dadwerî, sekreterê encumena bilind a asayîşa niştimanî, serokerkanê hêzên çekdar û çend berpirsên din ên bilind li wir endam in.

Erkê sereke yê vê encumenê ew e ku li ser mijarên di berjewendiya Komara Îslamî de biryarê bide.

Her wiha dema ku di navbera parlamento û Encumena Parastina Destûrê de nakokî derkevin, ev encumen biryara dawî dide.

Heman encumenê di nav endamên Encumena Parastina Destûrê de Elîreza Erafî wekî endamê komîteya demkî ya rêberiyê hilbijart.

Trump: Divê ez beşdar bim

Ji aliyê din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî de ji malpera Axiosê re axivî. Axaftina wan 8 xulekan ajot.

Trump diyar kir ku ew hilbijartina Muçteba Xamineyî wekî cîgirê Elî Xamineyî "qebûl nake".

Trump li ser vê mijarê got:

"Ew dema xwe vala xerc dikin, çimkî kurê Xamineyî wekî kesekî bêbandor tê dîtin. Divê ez di diyarkirina rêber de beşdar bim, wekî ku ji bo danîna Delcy Rodriguez a li Venezuelayê hat kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst