Kurdên Feylî: Bila komkujiya kurdên feylî wek jenosîd bê dîtin

06-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hinek kurdên Feylî li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşandan kirin û daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û qebûlkirina jenosîda kurdên Feylî kirin.

Li gorî nûçeya malpera iraqî ya bi navê ‘shafaqnews’, îro (06.04.2013) li meydana Firdews a bajarê Bexdayê hinek çalakvanên siyasî û sivîl ên kurd ên Feylî kom bûn û xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan ji hikûmeta Iraqê xwastin biryarên ku sebaretî qebûlkirina jenosîda kurdên Feylî ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye dayîn, bên cîbicîkirin .

Her wiha kurdên Feylî daxwaza cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û vejandina bajarên Xaneqîn, Bedre, Mendelî û Cesan ên kurdên Feylî kirin.

Xwepêşanderan di xwepêşandana îro de ku bi helkefta 33. Salvegera komkujiya kurdên Feylî ji aliyê rejîma Beis a herifî ya Iraqê hat sazkirin, wêneyên qurbaniyên komkujiyê li nav meydanê raxistin û nîşanî raya giştî dan.



Kurdên Feylî ku li ser mezhebê şîe ne, ji salên 1960î ve heta dawiya şerê Îran û Iraqê (1988) bi hêceta ku alîgirê Îranê ne û ji bo rejîma Tehranê kar dikin, ji aliyê rejîma Beis a wê demê ve hat serkutkirin û gelek ji wan hatin sirgûnkirin û nasnameya Iraqê ji wan hat standin.

Parlamentoya Iraqê biryar daye nasnameya Iraqî ya kurdên Feylî ji wan bê vegerandin.

li gorî madeya 140 a destûra Iraqê, divê çarenivîsa deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê wan deveran ve bê diyarkirin. Bajar û deverên kurdên Feylî jî li nav wê çarçoveyê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst