Îro 3 mûşek li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand, îro bi 3 mûşekên ji corê katyuşa êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hat kirin.

Li gor daxuyaniya ku Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê belav kiriye, îro Çarşem 6ê Gulanê 3 mûşekên katyuşa arasteyî Balafirxaneya Bexdayê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, mûşek li derdora balafirxaneyê ketine xwarê, lê nebûye sedema ti zirarên berçav.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê herwiha amaje bi wê yekê jî dike, ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê sekoya hildan û teqandina wan mûşekan li navçeya Bekiriye ya li rojavayê bajarê Bexdayê dîtine û dest bi ser de girtine.

Hêzên ewlehiyê piştî wê êrîşê, tedbîrên emnî yên li Balafirxaneya Bexdayê û derdora wê zêdetir kirine û derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirine.

Hêj ti aliyekî berpirsatiya êrîşa îro li xwe negirtiye.

Herwiha hikûmet û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ti aliyek bi encamdana êrîşê tohmetbar nekirine.

Pêştir jî gelek caran êrîşên bi vî awayî bo ser Balafirxaneya Bexdayê û cihên din ên li paytexta Iraqê hatine encamdan, ku piraniya caran milîsên Şîe yên ser bi Îranê ve bi encamdana wan êrîşan hatine tohmetbarkirin.