Hewlêr (Rûdaw) -Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Parêzvanên Sînor ên Îraqê ragihand ku wan qonaxa yekem a danîna dîwarê betonî ya li ser sînorê Sûriyeyê temam kiriye ku nêzîkî 400 kîlometreyî ye.
Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Parêzvanên Sînor ên Îraqê Heyder Kerxî li ser sedema lêkirina vî dîwarî diyar kir ku ev yek "ji neçarî" bûye çimkî li aliyê Sûriyeyê "ti hêzên rêkûpêk" nînin.
Heyder Kerxî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku îro qonaxa herî mezin a danîna dîwarê betonî ya li ser sînorê Sûriyeyê temam bûye.
Sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê de 618 kîlometre ye.
Emîd Heyder anî ziman:
"Ew 400 kîlometre ji Rebîeya parêzgeha Nînowayê dest pê dike û heta Qaîma parêzgeha Enbarê diçe.
Beşa ku maye nêzîkî 200 kîlometre ye û ji Qaîmê ber bi navçeya Welîdê ve dirêj dibe.
Em dê di qonaxa bê de li ser wî sînorî dest bi xebatê bikin."
Sêgoşeya sînor û rewşa ewlehiyê
Heyder Kerxî li ser lêkirina dîwar a li sêgoşeya sînorê Sûriye, Tirkiye û Îraqê destnîşan kir ku ew beş "nêzîkî 18 kîlometre ye û heta radeyekê aram e" lewma wan ji bo lêkirina dîwar lez nekiriye û ew ji bo qonaxa dawî hiştiye.
Kerxî ragihand ku rênimayên wan ên ji bo parastina sînorê Sûriyeyê "ji neçarî" ne û li pey çû:
"Li aliyê Sûriyeyê ti hêzên Sûriyeyê nînin ku sînor biparêzin.
Ev sînor herêma herî metirsîdar bû, çimkî li beramberî me ti hêzên rêkûpêk ên Sûriyeyê nebûn."
Pira Baxozê tê avakirin
Hevdemê temamkirina projeya danîna dîwar, îro Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê li "xala sifrê ya sînor" kevirê bingehîn ê Pira Baxozê danî.
Heyder Kerxî da zanîn:
"Pira Baxozê ya li ser sînor li herêma Baxozê ye û li ser Çemê Feratê ye.
Ew dikeve xala yekem a Çemê Feratê ya li aliyê Îraqê û dirêjiya pirê 360 metre ye."
Kerxî li ser girîngiya aborî û leşkerî ya pirê ragihand:
"Ev pir ji bo çûn û hatina hêzên sînor gelekî baş e.
Berê ji bo ku em ji çem derbas bibin, diviyabû em biçûna nav bajarê Qaîmê û li wir derbasî aliyê din bûbûna."
Kerxî her wiha destnîşan kir ku pir dê ji bo gihandina lezgîn a alîkarî û pêdiviyên xwarinê û di rewşên ji nişka ve de bibe alîkar û got:
"Sûdeke wê ya zêde heye, çi ji bo hêzên ewlehiyê be çi jî ji bo xelkê wan gundên ku li wê herêmê dijîn û dê wextê wan neçe."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse