Hewlêr (Rûdaw) – Li Bexdaya peytexta Îraqê darizandina Celadê Enfalê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî didome.
Eta Îbrahîmê 49 salî ji gundê Omerbilê yê navçeya Kifriyê ya Silêmaniyê ye, dema ku ew birin Nugre Selmanê ew 11 salî bû.
Li wê girtîgehê xwişkeke wî ya 1 salî ji birçîna mir, her wiha 7 kesên ji malbata wî hatin bi saxî hatin binaxkirin ku niha ew wekî şahid li dijî Ecac hatiye bangkirin.
Eta Îbrahîm ji Rûdawê re anî ziman:
"Ev sûcdar îro be yan sibe be em dê li dadgehê rûbirûyî wî bibin.
Wî em li Nugre Selmanê girtin, destdirêjî li me kir û em êşandin.
Lê em dê bi dilrehetî rûbirûyî wî bibin.
Bila wan rojan ji bîr neke ku çawa bi me re tevdigeriya."
Şahidên ji Germiyanê
Dadger ji bo şahidiyê bangî 5 kesên ji Germiyanê kir.
Wezareta Şehîdan û Enfalê ya Herêma Kurdistanê û Serokkomariya Îraqê jî ji 10 kesên din xwest ku li dadgehê ji bo şahidiyê amade bin.
Hawar Şafî ku yek ji xizmên Enfalkiriyan e ji Rûdawê re da zanîn:
"Dema ku ew bi serxwar û zelîlî disekine ev bi serê xwe dilrehetiyeke mezin e.
Ev yek dilê me xweş dike û êşên me kêm dike.
Em hîs dikin ku beşeke mezin a birînên me derman dibe."
Sûcdarê sereke yê Nugre Selmanê
Ehmed Mecîd jî li ser Ecac anî ziman:
"Ew sûcdarê sereke yê Nugre Selmanê ye.
Destê wî di kuştin, destdirêjî, gorên bikom û di her tiştî de hebû."
Ji parêzgehên Silêmanî, Hewlêr, Dihok, Diyale û Selahedînê 221 kes hatine bangkirin ku roja darizandinê amade bin.
221 şahid li dadgehê ne
Cebar Omerê Berpirsê Birêvebiriya Şehîdan û Enfalê yê Germiyanê ji Rûdawê re eşkere kir:
"Yên ku dozên wan xurt bûn û bi xwe li Nugre Selmanê bûn hatine hilbijartin.
Ji 15 kesên me hatiye xwestin ku roja dadgehê amade bin."
Sala 2025an desteserkirina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî hatibû ragihandin ku wekî "Celadê Enfalê" tê naskirin.
Ew sûcên ku li ser wî ne, bi kuştina kesan a li Girtîgeha Nugre Selmanê ve girêdayî ne ku wê demê ew berpirsê girtîgehê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse