Hikûmeta Iraqê hewara xwe digihîne hêzên taybet ên serdama Baasê

Aso Fîşekî

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta parastinê ya Iraqê daxwaz ji leşkerên hêzên taybet ên serdama rejîma berê ya Iraqê dike ku yê pileya wan leşkeriyê di bin raîd re, yên wekî alîkarên fermandar û kesên hêzên taybet fêr dikirin, ger bixwazin di nava artêşa Iraqê de xizmetê bikin, ji bo vegerê dikarin daxwazê ji wezaretê bikin.

Wezareta parastinê ya Iraqê di daxuyaniyek ku kopiyeke wê ketiye destê Rûdawê de radigihîne; “Em daxwaz ji efserên serdema rejîma berê dikin. Kesên pileya wan di jêr raîd re ne, yên wekî wekî alîkarên fermandar û kesên hêzên taybet fêr dikirin, ger bixwazin di nava artêşa Iraqê de xizmetê bikin, ji bo vegerê dikarin daxwazê ji wezaretê bikin.”

Hêzên taybet ên serdama rejîma berê ya Iraqê, ji hêzên erkên taybet pêk dihatin û di nava artêşa Iraqê ya berê de wekî hêza êrişkar dihatin naskirin.