Amara dawî: Li Besrayê 9 kes hatine kuştin û 93 kes birîndar in

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Mafên Mirovan a Iraqê amara qurbaniyên xwepêşandanên çend rojên bihorî yên li parêzgeha Besrayê aşkere kir.

 

Îro Pênşembî 6ê Îlona 2018, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê amara kuştî û birîndarên xwepêşandanên li Besrayê ragihand.

 

Di daxuyaniya xwe de, Desteya Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir, ku di xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî de 9 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kuştin.

 

Heman desteyê herwiha daye xuyakirin, ku di aloziyên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de, 93 kes jî birîndar bûne.

 

Ji ber nebûna xizmetguzariyên bingehîn ên weke kêmiya elektirîkê û ava vexwarinê, nebûna derfetên kar, gendelî û guhnedana hikûmeta Iraqê bi parêzgeha Besrayê, ew çend roj in ku welatiyên wê parêzgehê li dijî hikûmetê xwepêşandanê dikin.

 

Xwepêşanderên nerazî heta niha çendîn ofîs û baregehên ser bi hikûmetê û hin partiyên siyasî li Besrayê şewitandine.

 

Doh bi şev xwepêşanderên bi hêrs avêtin ser avahiya Şaredariya Besrayê û agir berdane wê avahiyê û şewitandin.

 

Herwiha hejmarek ji xwepêşanderan jî rêya Bendera Um El Qesrê ku bendera stratejîk û cihê hinardekirina petrola Iraqê ye, li ser hatinûçûnê daxistin.