DAIŞê berê xwe da deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî kontrolkirina bajarê Fellûce yê Iraqê, çekdarên radîkal ên rêxistina bi navê DAIŞê ku wek baskê Iraqê yê El Qaîdê tê naskirin, berê xwe dan bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale û êrişî çend navendên artêşa Iraqê kirin, her wiha du pire jî li wir teqandin. Berpirsekî hikûmeta Iraqê li Seidiye dibêje, hêzên Iraqê ji tirsa nikarin deverên kontrol bikin.
Çekdarên radîkal ên îslamî hêdî hêdî ji deverên sunnî yên Iraqê berê xwe didin deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahiyan, çekdarên DAIŞê ku ev çend roj in bajarê Fellûce yê parêzgeh Enbarê xistine bin kontrola xwe û li wir “hikûmeta şerîetê” ava kirine, vê carê jî li bajarokê Seidiye yê parêzgeha Diyale ku wek deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê tên binavkirin, êrişî hinek navendên hêzên Iraqê kirin.
Her wiha hat gotin, çekdaran 2 pire jî teqandine.
Rêveberê navenda nehîştina tawanan li bajarê Xaneqînê Ferhad Refet, derheqê rewşa Seidiyê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, çekdarên radîkal 2 pire li Seidiye teqandine ku li ser rêa navbera Seidiye û Bexdayê hatine çêkirin, her wiha 3 otomobîlên hêzên Iraqê jî şewitandine.
Ferhad Refet her wiha anî ziman ku tê texmînkirin hejmara çekdarên DAIŞê yên êrişî Seidiyê kirine, 100 kes in ku di nav wan de nîşanbaz hene û bi çekên ji curê qennas qesta canê xelkê dikin, ji ber wê jî hêzên Iraqî newêrin tiştekî bikin.
Wî berpirsê hikûmeta Iraqê eşkere kir ku çekdaran hinek navendên hêzên artêşê girtine û heta niha jî şer û pevçûn di navbera her du aliyan de didome lê nayê zanîn ka çiqas kuştî û birîndar hene.