Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar êrişî hinek herêmên Îraqê kir û vê carê aborî jî bû hedef.
Ji aliyekî ve baregehên leşkerî û parzûngehên petrolê ji aliyê komên çekdar ve bûn armanc, ji aliyê din ve jî êrişî baregehên çend hêzên girêdayî Heşdî Şebiyê hat kirin.
6ê Adarê li Îraqê ne wekî rojên din bû.
Komên çekdar li Bexdayê zêdetirî carekê êrişî Baregeha Leşkerî ya Vîctoriayê kir.
Ev baregeh di nav Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê de ye.
Koma "Seraya Ewliya Dem"ê ku girêdayî koma Berxwedana Îslamî ya Îraqê ye berpirsyariya van êrişan girt ser xwe.
Vê komê angaşt kir ku wan bi mûşekan êrişî baregehê kiriye.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Balyozxaneya Amerîkayê bi dest xistine, ti leşkerê Amerîkayê li wê baregehê nemaye.
Her wiha ev demeke dirêj e ku radestî Polîsê Federal hatiye kirin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê ragihand ku wan li navçeya Ebû Xurêbê dest daniye ser barhilgirekê.
Bi rêya wê barhilgirê êrişî herêmeke çolterî ya derdora Bexdayê hatiye kirin û çend mûşek tê de bûne.
Lêpirsîna li ser vê mijarê dest pê kiriye û Şaneyê da zanîn ku ew dê "paşê hûrgiliyan eşkere bikin."
Dilê aboriya Îraqê hat armanckirin
Êrişeke din li parêzgeha Besreyê li ser Parzûngeha Rûmêlay Bakur hat kirin.
Ev parzûngeh 50 kîlometreyan dûrî başûrê navenda parêzgehê ye.
Li gorî gotina du çavkaniyên ewlehiyê yên pilebilind ên Besreyê ku ji Rûdawê re axivîne, şeva înê (6ê Adara 2026an) bi dronê êrişî parzûngehê hatiye kirin.
Yekê ji wan çavkaniyan got, "Dron nehatiye xistin û di nav parzûngehê de ketiye xwarê."
Ji ber vê êrişê agir bi beşeke parzûngehê ket.
Ev parzûngeh bi Parzûngeha Rûmêleya Başûr re mezintirîn parzûngehên petrolê yên Îraqê ne.
Tê texmînkirin ku rezerva wan zêdetirî 17 milyar bermîlan be.
Lêkoler Emar Serhan ji Rûdawê re ragihand: "Di rojên borî de êrişî parzûngehên petrolê yên Zubêr, Bercesiye û Rûmêlayê hat kirin.
Lê hêzên ewlehiyê eşkere nekiriye ku gelo ev êrişên bi dronan ji aliyê komên bi ser Îranê ve hatine kirin yan jî rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
Ji ber van êrişan karê çend parzûngehan rawestiyaye û biyaniyan ew der terikandine."
Êrişên bersivdayînê
Êrişan wan komên çekdar ên Şîe yên Îraqê jî li xwe girtin ku bi ser Komara Îslamî ya Îranê ve ne.
Çavkaniyekî berpirs ê ji parêzgeha Nînowayê ji Rûdawê re ragihand ku li gundên “Gube” û “Şirîxan”ê yên Mûsilê, bi helîkopteran êrişî baregeha Lîwaya 14an a Ketayib Seyîd Şuhedayê hatiye kirin.
Ketayib Seyîd Şuheda yek ji pêkhênerên desteya Heşdî Şebiyê ye.
Ebû Ala Welaî sekreterê giştî yê wê hêzê ye.
Her wiha ew yek ji 12 endamên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan e.
Berdevkê Ketayib Seyîd Şuhedayê Kazim Fertûsî ji Rûdawê re ragihand:
"Baregeha Lîwaya 14an a Seyîd Şuhedayê du caran hatiye armanckirin û êriş ji aliyê balafirên Amerîkayê ve hatine kirin."
Heta niha aliyê Amerîkayê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê li ser sedem û ziyanên van êrişan ti daxuyaniya fermî belav nekiriye.
Ketayib Seyîd Şuheda sala 2013an hatiye avakirin û di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.
Sekreterê Giştî ya Ketayib Seyîd Şuhedayê di daxuyaniyekê de li ser wê êrişê wiha got:
"Helîkoptereke cureya Apacheyê pênc mûşek avêtine çend xalên leşkerî yên li herêma Gubeyê ya li bakurê Mûsilê.
Ev yek di çarçoveya plana belavbûna Heşdî Şebiyê de ye."
Di êrişan de baregeheke din a Lîwaya 50î ya Tevgera Babîlyonê ya Heşdî Şebiyê ya li Deşta Nînowayê jî hat armanckirin.
Her wiha çend pêgehên Heşdî Şebiyê li navçeyên Sêdat û Sêndîcê yên li Curf Sexrê ya parêzgeha Babilê hatin bombebarankirin. Heta niha ziyanên van êrişan nehatine zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse