Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Îraqê yê bi wekalet Bengîn Rêkanî got ku 25 balafirên sivîl li balafirgehên Îraq û Herêma Kurdistanê asê mane.
Bengîn Rêkanî ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin wan 25 balafiran ji Îraqê derxin da ku wan ji êrişan biparêzin û ew bicihkirina vê pêvajoyê li benda derfeteke bilez in.
Armanca vê pêngavê ew e ku balafir ji êrişên bi mûşekan yên şerê Îranê yê li gel Amerîka û Îsraîlê bên parastin.
Balafir çima nayên veguhastin?
Rêkanî zelal kir ku Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê heta niha rê nedaye wan ku ew balafirên asêmayî bên veguhastin.
Rayedarên leşkerî di bersiva xwe de dibêjin: "Bi berdewamî dron, mûşek û balafirên şer li asmanê Îraqê ne û dem ji bo firîna balafirên sivîl û birina wan a derve ne ewle ye."
Bengîn Rêkanî amaje bi wê yekê kir ku tenê di dema asayîbûna rewşê yan jî peydabûna demeke guncav de dê rê bidin wan da ku balafiran veguhêzin.
Balafir li kîjan balafirgehan asê mane?
Bengîn Rêkanî ji Rûdawê re eşkere kir ku ew balafirên ku niha li Îraqê asê mane bi vî awayî hatine dabeşkirin:
- Du balafirên şirketa Îmaratê li balafirgeha Besrayê ne.
- Balafireke hêla "Fly Erbil"ê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ye.
- 22 balafirên din jî li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ne.
Asmanê Îraqê ji destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve (28ê Sibata borî ve) li ber geştên asmanî bi temamî hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse