Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku li Bexdayê ji ber ketina dronekê ya li ser xaniyekî 2 kes mirine.
Wezaretê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku li deverên cuda yên Bexdayê dron li ser hinek xaniyan ketine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Amiriyeyê dronek li ser xaniyekî ketiye û di encamê de 2 kes mirine.
Ziyanên êrişên asmanî
Li gorî daxuyaniyê, li Bexdayê li nêzîkî xaleke ewlehiyê di dema êrişeke asmanî ya li ser kampeke Heşdî Şebiyê de efserekî bi rutbeya serheng û 4 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûne.
Hat destnîşankirin ku tîm ji bo nehiştina cebilxaneyeke neteqiyayî ya ku li nêzîkî Huseyniyeya Îmam el-Muntezer ketiye hatine şandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Di êrişa asmanî ya li ser avahiyekê li Kolana Filistînê ya li milê Rusafayê ya Bexdayê de, banê xênî zerer dît lê ti ziyana canî çênebû.
Tîman midaxeleyî cebilxaneyeke neteqiyayî ya ku nêzîkî şêvîmanên xwendekaran ên li derdora heman kolanê ketibû kir da ku wê bêbandor bikin."
Wezaretê bangî welatiyan kir ku baldar bin û ji cihên bûyeran dûr bisekinin.
Wezaretê destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê di nava amadebaşiyeke temam de ne û “ew dê destûrê nedin ti hewldana ku ewlehî û aramiya welêt têk bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse