Ecac li hinek sûcên xwe mikur tê

1 demjimêr berê
Nîşan Ecac Nugreselman Enfal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ecacê ku wekî "Celadê Zîndana Nugreselmanê/Celadê Enfalê" tê naskirin, îro li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê bi amadebûna bi dehan şahidan tê darizandin.

Darizandina Celadê Enfalê Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî li Bexdaya peytexta Îraqê didome.

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm ragihand ku Ecac li tawanên destdirêjiya li ser keçên girtî û birçîhiştina girtiyan mikur hatiye.

Mikurhatinên li ser tawanên hovane

Berdevkê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Erşed Hekîm ji Rûdawê re ragihand:

"Gumanbar Ecac Ehmed Herdan di dema lêpirsînan de li gelek tawanên ku di dema xebata xwe ya li Nugreselmanê de pêk anîne mikur hat.

Gumanbar li destdirêjiya keçên Kurd ên li Girtîgeha Nugreselmanê, birçîhiştina girtiyan û rêlibergirtina gihîştina xwarinê ya ji bo wan mikur hatiye."

Kampanyayên li dijî Kurdên Feylî

Erşed Hekîm anî zimên ku Ecac li tawanên dezgeha sîxuriyê ya wê demê ya Îraqê yên di kampanyaya tunekirina Kurdên Feylî û wan kesên ku hikûmeta Beasê ew wekî alîgirên Îranê bi nav dikirin de jî mikur hatiye û got:

"Gumanbar di dema xebata xwe ya li dezgeha ewlehiyê de ti pêvajoya tunekirina rasterast (tasfiye) pêk neaniye."

200 şahid dê biaxivin

Erşed Hekîm destnîşan kir ku ji xeynî tawanên li Nugreselmanê, gumanbar li ti tawanên din mikur nehatiye û li pey çû:

"Wî 5 salan xizmeta leşkerî kiriye ku 3 salên wê li Nugreselmanê derbas kirine û paşê malnişîn bûye."

Tê çaverêkirin ku di rûniştina îro de zêdetirî 200 kesan wekî şahid bên vexwendin da ku li dijî tawanên Ecac şahidiya xwe bidin.

Ecacê ku berê birêvebirê Zîndana Nugreselmanê bû, divê niha li pêşberî yasa û şahidan bersiva wan rûpelên bixwîn bide ku salên dirêj bûbûn kabûsa bîranînên Enfalkiriyan.

Ecac 31ê Tîrmeha 2025an ji aliyê Dezgeha Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê ve hatibû girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst